Dasein bi Elmanî tê maneya hebûnê û di berhema Martin Heidegger, “Hebûn û Zeman” (Sein und Zeit) de wekî têgehekê cih digire.
Ferhat Salman li Qoserê dimîne û li wir atolyeya wî heye. Wî haziriya vê pêşangehê jî li wir kiriye. A rast ew taybet ji bo pêşangehê nexebitiye, jixwe ev kar li ber destên wî hebûne û tim serê xwe bi mijara hebûnê êşandiye. Ew di navbera Mêrdîn û Qoserê de diçe û tê. Wênesazekî dilnizm e û zêde ji axavtinê hez nake. Bêhtir dibêje, bila karê min bi we re biaxivin û heta jê tê zêde tabloyên xwe şirove nekirin. Destpêkê tişta bala mirov dikêşe, wêneyên wî mezin in û bê çarçove ne. Yanî bi mezinbûna tabloyên wî û fîgurên reş û spî yên xêz kirine, mirov di bin bandora xwe de dihêlin. Her wiha awirên ku xêz kirine her yek cuda ye. Li gorî min serketina wî ya herî mezin jî ev awir û sûretên xerîb ên xwedî îfade ne. Di sohbeta me de wî got min hin ji van kaxiz û qumaşan ji çopê derxistine. Bi rastî vê hêla wî gelekî kêfa min anî. Yanî wî li ser hin tiştên “mirî” ku hatine avêtin, hebûn xêz kiriye û raberî xelkê kiriye. Her wiha dîsa di meseleya çarçoveyê de jî wî got, “ez naxawizim sînoran li ber tabloyên xwe deynim. Çarçove sînor e.”