Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe

October 30, 2021
0 0
Dê NÇM li Amed, Wan û Îzmîrê konseran li dar bixe
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – NÇM ku konserên wê yên ji bo 30’yemîn salvegera wê li Stenbol û Edenê hatibûn qedexekirin, niha hewl dide li Amed, Îzmîr û Wanê konseran li dar bixe.
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 1991’ê de li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê û ji bo jîndarkirina çanda kurdî hat avakirin, tevî hemû astengî û qedexeyan jî bênavber xebatên xwe didomîne. NÇM ku xwest ji bo 30’yemîn salvegera navendê li Stenbol û Edeneyê konseran li dar bixe û konserên wê hatin qedexekirin, niha jî hewl dide li Îzmîr, Amed û Wanê konseran li dar bixe. 
 
Yek ji damezrînerên NÇM’ê û endamê berê yê Koma Çiya Celal Ekîn, anî ziman ku avakirina NÇM’ê ji bo kesên bi hunerê re eleqedar dibin bûye cihê kelecaneke mezin û piştî wextekê bûye qiblegeha kesên bi hunera kurdî re eleqedar dibin. Ekîn, destnîşan kir ku çavkaniya saziyên hunerê yên niha NÇM ye û got: “Divê mirov wekî tevgera çand û hunerê li NÇM’ê mêze bike.” 
 
NÇM HÊ JÎ ZINDÎ YE
 
Ekîn, destnîşan kir ku NÇM ji roja ava bûye heya niha xebatên xwe bi rihetî nekirine, lê bi mîsyona ku NÇM’ê daye der gelek saziyên hatine vekirin di qada çand û hunerê de gelek tişt kirine û ev yek eprgalê nerihet kiriye. Ekîn, bibîr xist ku ji ber vê yekê pergalê gelek caran avêtiye ser saziyên çand û hunerê, xebatên di vî warî de asteng kirine, hunermend binçavkirine û girtine û got: “Lê hê jî tevgera çandê ya Mezopotamyayê zindî ye û xebatên xwe didomîne.” 
 
BERBELAV BÛ
 
Ekîn, diyar kir ku bi bandora çand û hunerê ya NÇM’ê li erdnîgariyeke berifreh berbelav bûye û li deverên wekî Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Hewlêr, Amed û bajarên din ên kurdan veguheriye tevgereke çand û hunerî. 
 
Ekîn, bibîr xist ku ji sala 1995’an ve destûr nehatiye dayîn ku NÇM ji xeynî Stenbolê li deverên din bê avakirin û got: “Ruhê NÇM’ê li bajarên Kurdistanê jîndar e. Gelek kes hene ku hewl didin wê bigihînin nifşên nû.” 
 
DÊ LI AMEDÊ KONSERÊ LI DAR BIXE
 
Ekîn, destnîşan kir ku zext û zoriyên li hemberî NÇM’ê tu carî kêm nebûne û ji bo vê konserên li Stenbol û Edeneyê yên ji bo boneya 30’yemîn salvegera navendê yên hatin qedexekirin bibîr xistin. Ekîn, da zanîn ku dê ev konser li Îzmîr, Amed û Wanê bidomin û niha amadekariyên van konseran dikin. Ekîn, anî ziman ku ev kar bi qedexeyan û girtinan naqede û dê di çarçoveya çalakiyên bi boneya damezrandina navendî di 30’yê Cotmehê de li Îzmîrê, di 6’ê Mijdarê de li Wanê û dê 11, 12, 13 û 14’ê Mijdarê de li Amedê konser jî di nav de gelek çalakiyên hunerî li dar bixin.” 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû

Ji 174 weşanxaneyên tev li fûara pirtûkan bûn tenê 1 jê ya Kurdî bû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist