Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da

January 19, 2021
0 0
Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
Share on FacebookShare on Twitter

ŞIRNEX – Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da. Mihê ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû û tedawî dibû, ji ber şewba Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest da. 
 
Dengbêjê navder ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû, 7 roj berê bi şewba Covîd-19’ê ketibû û ji ber vê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat tedawîkirin. Lê belê duh ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Dengbêj Cemalê Mihê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Mihê wê sibê li goristana Şirnexê ya Asriyê bê definkirin.
 
CEMALÊ MIHÊ KÎ YE?
 
Cemalê Mihê di sala 1957’an de li gundekî girêdayî navenda Şirnexê hatiye dinê û ji biçûkatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye. Bi dehan stran û kilamên herêma Botanê striye û gelek klîb çêkirine. Li gelek dîwanên dengbêjan cih girtiye û beşdarî gelek konseran bûye. 
 
Bavê wî li herêma Botanê zirnebêjekî bi nav û deng bûye. Wî gelek stranên kurdî li ber zirnê gotine. Di 6-7 saliya Cemal de bavê wî jê re xeremafonekê kiriye. Bi piranî guhdariya Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez kiriye. Ewilî di bin bandora Mihemed Arif, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî de maye.
 
Di sala 1973’an de ji bo karwaniyê diçe Zaxoyê û banda xwe ya yekem li Zaxo, li malekê dagirtiye.
 
Di 1991’an de çûye Başûrê Kurdistanê cem Îsa Berwarî. Lê nabêje ez Cemalê Mihê me. Piştî sohbeta wan diqede Îsa Berwarî dibêje tu ji ku hatiyî? Ew ji dibêje em ji Şirnexê hatine.
 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Kovara Îlyan careke din dest bi weşanê kir

Kovara Îlyan careke din dest bi weşanê kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist