Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin

November 21, 2021
0 0
Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Helîn Kiliçarslan ku ji zarokatiyê ve bi muzîkê re eleqedar dibe û niha dengbêjiyê dike got: “Ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê gelek kes berê xwe bidin vê qadê û xwedî li paşeroja xwe derkevin.” 
 
Helîn Kiliçarlasan çanda dengbêjiyê ji xwe re esas girtiye û didomîne. Kiliçarslan ku li Jin MA’yê perwerde dibe, bang li her kesî kir ku xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin. 
 
Kiliçarslan ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatiye dinê, di 7 saliya xwe de dest bi stranên kurdî kiriye. Kiliçarslan ku wekî zarokên din ên koroyê meta wê ew perwerde dike got: “Muzîk perçeyek jiyana min bû. Di malbata me de kesên bi muzîkê re eleqedar dibûn û muzîkjen hebûn. Wê demê ceryan tim diçû. Her cara ku ceryan diçû, li malê stran dihatin gotin. Xalê min Cemîl tim strana Xalê Cemîl digot.” 
 
Kiliçarslan diyar kir ku gava 9 salî bûye gîtareke wê ya plastîk hebûye û paşê gîtareke berra stendiye û paşê li Tetwanê çûye dibistaneke hunerê. Kiliçarslan, bilêv kir ku wê çaxê mala xwe birine Stenbolê û got: “Ji ber ku ji koroya zarokan veqetiyam pir giriyam. Gava em çûn wekî ku her tişt ji dest min çûbe.” Kiliçarlasn, anî ziman ku paşê li dibistan û koroyên dewletê stran gotine, lê belê muzîka li vira bandor li wê nekiriye û got: “Ji zarokatiya min ve muzîka min bi zimanê min e. Malbata min jî pir qîmetê dide vê. Ji lew re hemû ji çanda stranbêjî û dengbêjiyê tên. Lewma min jî tim dixwesr bitrêm û li hin enstrumanan bixim. Bavê min ez birim NÇM’ê. Min li wir dest bi tembûrê kir û 3 salê min bi muzîkê re derbas bûn. Herî dawî hatim Amedê û li vir ez hatim akademiyê. Ez hînî gelek enstrumanan bûm.” 
 
BI ARAM TÎGRAN DEST PÊ KIR
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku piştî Aram Tîgran guhdar kiriye bala wê çûye ser dengbêjiyê û got: “Gava em bi baldan guh li kilaman bikin, em bê bibînin çîrokine mezin û xweş dertên pêşiya me.” Kiliçarslan, anî ziman ku dengbêja herî zêde bandor lê kiriye Dengbêj Gazîn e ku di sala 2018’an de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
DENGBÊJÊN JIN
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku ji ber ku di vê qadê de ye û vê çandê didomîne pir kêfxweş e û got: “Civateke me ya muzîkê heye; Jin MA. Em li vira stranên xwe aranje dikin û lê dixin. Em stranên aydê çanda xwe dibêjin û vê jî bi dengê jinê dikin.” 
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê mirov pir bala xwe bide vê qadê û xwedî li pêşeroja xwe derkeve. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil

Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist