Mirov ji bo Siwaro dikare bibêje, ew di hedê xwe de stranên Kurdî dibêje. Jixwe, ew jî weke rexneyekê dibêje, dema kolan tên gotin, tenê strana “Şemlê” tê bîra xelkê, lê divê ev nihêrîn biguhere û kolan tenê bi strana Şemlê neyên bibîranîn. Li gorî Siwaro gelek stranên Kurdî yên din jî hene ku divê li kolanan werin gotin. Vê yekê pirr bala min kişandibû û min xwest li gel Siwaro bipeyivim. Di nav vê hefteyê de ew ji bo konserekê li Amedê bû. Me hev du dît û li ser jiyana wî û karê wî yê muzîkê em peyivîn. Paşê ez pê hisiyam ku ew weke dengê xwe henûn û dilnizm e.
Siwaro, ji Îdirê ye. Ew heta 20 saliya xwe li gund bûye û bi gotina wî, ew “berxvan” bûye. Malbata wî malbateke koçer e û havînan berê xwe dida zozanan. Siwaro dibêje, “Ji bo pez bi zerikê nekeve em mecbûr bûn me pez derxista kir.” Ji ber vê yekê jiyana Siwaro jî li serê çiya û zozanan derbas bûye. Ew dibêje, ji ber ku gundê wan nêzî Êrîwanê bûye, çanda Kurdên Qefqasan jî bandor li çanda wan kiriye û bi malbatî nexasim li radyoya Erîwanê guhdarî kirine. Lê Siwaro dibêje, di malbata wan de kesên dengbêj jî hebûne û van dengbêjan di dawetan de stran digotin. Van hemûyan li ser jiyana Siwaro bandoreke baş çêkiriye. Di zarokatiya xwe de her çend wî ji muzîkê hez kiribe û stran gotibin jî ji bo muzîkê perwerde nebûye.
Siwaro bi awayekî bavê xwe qanih dike ku jê re tembûrekê bikire. Piştî ku bavê wî jê re tembûrekê dikire, ew du rojan diçe kursa tembûrê û wekî din li ber pez e, şivantiyê dike. Lê dema dibe 20 salî, ew jî weke gelek kesan berê xwe dide Stenbolê da ku di karê avahiyan de bixebite. Siwaro dibêje, beriya ew ji Îdirê derkeve, zêde hay ji Kurdayetiyê tinebû û piştî ku çûye Stenbolê, Kurd bêhtir nas kirine: “Li Îdirê gelek Kurd aşiqê Tirkan û çanda wan bûn. Ji ber ku Kurdî qedexe bû, kesî xwe nedida ber Kurdî. Malbata min jî dixwest ez bi Tirkî bistrêm. Li gorî wan kesekî bibe stranbêj, diviyabû bi Tirkî bigota.”
“Muzîka wan qet bala min nekişand. Min li ba xwe got, ez li kolanan muzîkê çêkim jî ez weke van kesan çênekim.”