Stranbêja ciwan Merve Admîş a ku di zarokatiyê de dest bi xebatên muzîkê dike, û stranbêjiyê dike, dibêje, ew ji muzîka Kurdî gelekî hez dike: “Divê Kurd hemû xwedî li zimanê xwe derkevin. Heger ziman tine bibe, çand û huner jî dê tine bibin. Lewra jî werin em bi hev re çand û hûnerê xwe bi zimanê xwe biparêzin.”
Merve, dibêje, bi malbatî dengê wan xweş e: “Dema ez hîn zarok bûm, cara ewilî min stran got. Berê ew telefonên biçûk hebûn. Min ji telefonê li stranên Kurdî guhdarî dikir. Bi taybetî dengbêjiyê bala min dikişand. Li dibistanan ji bo ku di aliyê muzîkê de xwe bi pêş bixim, timî bi mamosteyan re di nav têkiliyê de bûm. Min di warê amûrên muzîkê de jî xwe bi pêş xist. Min cara yekem di aliyê gîtarê de xwe bi pêş xist. Jiyana min tim di nav muzîkê de derbas dibe. Hem li derve û hem li malê min tim stran digotin û li amûrên muzîkê dida.”
Botan bi muzîkê tê nasîn
Merve tîne ziman ku tişta herî girîng ew e ku stranbêjek bi zimanê xwe stranên xwe bibêje: “Zimanê kurdî zimanê min û dayikê ye. Heger ez îro bi zimanê xwe stranan nebêjim, wê demê ez nebêjim stranbêjim û hûnermend im, çêtir e. Ez ne li dijî zimanê din im. Lê divê mirov bi zimanê xwe stranan bibêje. Ji bo ku ez êş, kêfxweşî, şahî û xemginiya xwe bînim ziman, divê bi zimanê xwe bibêjim. Ji ber ku mirov bi zimanê xwe dikare vê bike. Divê mirov bi zimanê xwe bide nasîn û fêm kirin. Ji zarokatiyê ve neheqiyeke mezin li me jî hatiye kirin. Divê em vê qebûl nekin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin û stranan bibêjin.”
Nehêlin zarok bên asîmîlekirin