Radyoya Dicle FM yekane radyo ye li herêma Dêrikê, bernameyên xwe bi Kurdî, Erebî û Suryanî diweşîne û hewl dide bibe dengê civakê û minareya naskirina çanda gelê herêmê. Armanca vekirina Dicle FM´ê ew e ku dengê civakê û pêkhateyên herêmê bigihîne cîhanê û çand, mîrate, ziman û çanda jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bide naskirin.
Bi Ey Reqîb dest bi weşanê dike
Gerînendeyê Radyoya Dicle FM´ê, Melevan Resûl têkildarî sîstema kar û xebata radyoyê got, “Em li têbînî û rexneyan vekirî ne, em li nihêrînên pêkhateyan ên li ser xizmetguzarî, civakî û siyasî jî guhdarî dikin da ku dengê wan bigihînin derve.”
Berpirsa beşa Kontrolê di radyoyê de Rende Hesen jî dibêje, radiyo bernameyên cûr bi cûr diweşîne û girîngiyê dide bi kelepûr û çanda xelkê herêmê û her serê saetekê nûçeyan pêşkêş dike.