Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil

November 22, 2021
0 0
Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
Share on FacebookShare on Twitter

DERSIM – Yek ji dêrên mezin ên ermneniyan Dêra Ergany, ji ber ku nehatiye parastin bûye ve kavil. 

Dêra Ergany a li gundê Ergen a navçeya Xozatê ya Dersimê, piştî ku ermeniyê dawîn ê li gund jiyana xwe ji dest da û lê nehat nêrîn, ji ber neparastinê bûye kavil. Li gorî nivîsteka li dûwarên kevir ên dêrê; dêr di sala 975’an de ji aliyê Pismîr Hancît Mxît ve ji bo bîranîna Dayika Meryem hatiye avakirin. Dêr bi kevirên birandî hatiye çekirin û di keviran de rêbaza qewartin, nepixandin û kolandinê hatiye bikaranîn. Xaç li ser kevirên dêrê hatine nexşandin. 
 
Di qirkirina ermeniyan a sala 1915’an de keşê dawîn ê dêrê li dêrê tê şewitandin. Piştî şewitandina keşê dêrê navê wê Ergany tê guhertin dibe Ergen. Piştî sala 1950’yî navê Ergen jî dibe Geçîmlî. Piştre ji ber nayê parastin destoêkê banê û dûre jî diwarên dêrê hildiweşin. Her wiha ji aliyê hin kesên derdorê ve jî dîwarên dêrê hatine texrîbkirin. Dîwarên dêrê hatine boyaxkirin û kolandin. Ev jî dibe sedem ku dêr hê bêtir xesar bibîne.
 
Ji bo parastina dêrê Miduriyeta Turîzm û Çandê ya Bajar a Dersimê, di sala 2012’an de serî li Lijneya Parastina Hebûnên Çandî ya Erziromê daye û rexmî ku ev serlêdan hatiye qebûlkirin jî heta niha ji bo parastin û sererastkirina dêrê tiştek nehatiye kirin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Zengene: Nabe ku hunermend serî li ber dagirkeriyê bitewînin

Zengene: Nabe ku hunermend serî li ber dagirkeriyê bitewînin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist