Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Destana PKK’ê bi çand û muzîkê hate vegotin

December 2, 2022
0 0
Destana PKK’ê bi çand û muzîkê hate vegotin
Share on FacebookShare on Twitter

Koma Awaza Çiya, sala 2020’î dest bi çêkirina fîlmê bi navê Destana PKK’ê kir. Gotin û muzîk ên Awaza Çiya ne. Koro ji 46 kesan pêk tê. Destana PKK’ê bi awayê bass, alto, solo, tenor û soprano hat gotin. Stran, bi tembûr, gîtarê bass, çello, piyano û gelek alavên din ên muzîkê û dîtbarî û aheng li hev, hatin gotin. 

Endamên Koma Awaza Çiya Têkoşîn Cûdî û Seyît Riza Silbûs ku birêvebirina projeyê de cih girtine, li ser çima Destana PKK’ê bi awayekê muzîkal vegotine û projeyên xwe bi ANF’ê re axivîn.

 

Têkoşîna Cûdî, dîtinên bîneran ên li ser Destana PKK’ê wiha anîn ziman: “Me hewil da ku em serdemeke dîroka PKK’ê bi destaneke muzîkal pêşkêşê gel bikin. Destana PKK’ê, wê bi projeya me neqede û her dewam bike. Gelek dîtin hebûn li ser destanê. Hinekan wek belgefîlm, hinekan wek klîb nirxand. PKK gelek rengan vedihewîne û bi vî awayî diafirîne. Me jî Destana PKK’ê bi vî awayî kişand. Di destanê de hem sînema, hem şano, hem helbest hem folklor hem jî klîb hene. Hemû beşên hunerê tê de hene.“ 

Têkoşîn Cûdî diyar kir ku Destana PKK’ê ji serê dîrokê dest pê dike û bi muzîk û çîrok li ser tê sekinandin û wiha got: “Muzîk li gor dîmenan hat diyarkirin. Her deng li dîmenekê hat anîn. Me sala 2020’î dest pê kir. Armanca me ew bû em di salvegera damezirîna PKK’ê de û sala 2022’yan temam bikin. 46 kesan di nav koroyê de cih girt. Tecrûbeyeke nû û xebateke berfereh bû. Xebateke gelek cuda bû û gelek rengîn bû.“ 

BI DERFETÊN KÊM Û DI NAV ŞER DE HAT ÇÊKIRIN 

Têkoşîn Cûdî  anî ziman ku gelek derdor difikirîn ku mirov nikare xebateke wiha bike, derfet kêm in, wê bi profesyonelî qels be û afirîneriya Kurdan heta bi derekê ye. Bi domdarî Cûdî got: “Me di nav bêderfetiyê û şer de xebateke wiha kir. Ya rast bi derfetên kêm tiştên bi berhemdarî çêdibin.“ 

Cûdî da zanîn ku xebata muzîkê di nav du salan de temam bûye û xebata perwerdehiyê sala 2020’î dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Xebat hene ku bi salan dewam dikin û xebat hene ku bi mehan li ber xwe didin. Destana PKK’ê projeyeke berfereh bû. Projeyeke wiha divê dirêjtir bûya lê ji ber dewamkirina şoreşê û keda zêde ya hevalan di demeke kin de temam bû.“ 

DI HUNERA ŞOREŞÊ DE PÊŞENGTΠ

Cûdî got ku Şoreş her berdewam, her tim xwe ji nû ve diafirîne, nû û dewlemend dike û ji bo planên pêşerojê yên Awaza Çiya jî ev tişt gotin: “Hunermend şoreşger xwe bi tenê bi mijarekê re mijûl nakin û gavên afirîner diavêjin. Em Awaza Çiya ne bi tenê wek proje, plansaziyên me yên rojane jî hene. Bi Destana PKK’ê me bi dehan bername, klîb û sê albûm çêkirin. Xebata esas Destana PKK’ê bû lê pê re em bi projeyên cuda re jî mijûl bûn. Em ê bi hunera xwe pêşengiya hunerê şoreşê û hunera gel bikin. Armanca me, vejiyandina çand û hunera gele xwe, bi resenî ye.“  

MEŞA AZADIYÊ YA BI 50 SALAN

 

Seyît Riza Silbûs jî da xuyakirin ku di Destana PKK’ê de muzîk û çîrok li pêş in û sedem jî ew e ku muzîk û çîrok di çanda Kurdan xwedî cihekê giring in û got: “Bûyerên li Kurdistanê qewimîne bi awayê gotina çîrokan û muzîkê heta bi niha hatine. Lewma me xwest ku em dîroka PKK’ê jî bi heman awayî bibêjin.“ 

Seyît Riza destnîşan kir ku Destana PKK’ê ne bi tenê xebateke hunerî ye û wiha dom kir: “Bi Destana PKK’ê me hema wisa di ser re behsa dîroka PKK’ê bi biyografî û kareografiyê kir. Projeya me ya Destana PKK’ê temam bû lê dîroka PKK’ê bi tenê bi xebateke hunerî nayê vegotin.“ 

Seyît Riza diyar kir ku Destana PKK’ê di nav şer de hatiye kişandin û wiha got: “Me xwe li gor rastiya şer bi rêxistin kir û destan çêkir. Ya rast me ev da ber çavên xwe ku dibe şer biqewime û proje temam nebe lê bi israr me biryar da ku projeyê çêbikin.“ 

Seyît Riza destnîşan kir ku giring e mirov bi awayekê muzîkal li ser şoreş, jiyana gel û gerîla û rastiya têkoşînê bisekine û axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Me anîna ziman ya dîroka PKK’ê û heqîqeta gerîla, têkoşîn û jiyanê bi muzîkê, bi hûnandina bi hunerê ji xwe re kir esas.“

https://anfkurdi.com/Cand-U-huner/destana-pkk-e-di-27-e-mijdare-de-te-wesandin-163283

 

Next Post
Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin

Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist