Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Destûra vekirina pirtûkxaneyê nadin

March 23, 2021
0 0
Destûra vekirina pirtûkxaneyê nadin
Share on FacebookShare on Twitter

Li gundê Derhol ê Biradost ne xeta înternetê heye û ne jî torên telefonê baş kar dikin, Sîhad Yasîn nêzê 2 salane bi awayek xwebexş ji bo pêşxistina welatiyên gund pirtûkxaneyek vekiriye, lê berpirsên wir ku PDK’î ne destûra vekirina pirtûkxaneyê nadin.

Li gundê Derhol ê ser bi Sîdekan a herêma Biradost ku têde Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serwere, ne xeta înternetê heye, ne jî torên telefonê baş kar dikin û ne jî pirtûkxaneyek fermî têde heye. Heta ku şêniyên gund bikaran sûdê jê bigirin û girîngiyê bidin aliyê rewşenbîrî. Lewma ciwanê bi navê Sîhad Yasîn ê xelkê gund li şûna hikûmet û saziyên rewşenbîrî pirtûkxaneyek avakiriye.

Di nava pirtûkxaneyê de nêzî 200 pirtûkên dîrok, coxrafya, civakî, olî, wêjeyî û siyasî hene.

Sîhad ev 2 sal in pirtûkxane vekiriye, di vê navberê de hewl daye destûra fermî ji Rêveberiya Pirtûkxaneya Giştî ya Hewlêrê bigire. Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyan vekirina pirtûkxaneyê erêkiriye, lê rêveberiya Sîdekan û asayîşa wê destûra vekirina pirtûkxaneyê nade.

Sîhad eşkere kir ku hîncetên desthilatê yên ji bo astengkirina vekirina pirtûkxaneyê nezanistî ne û got ku ji rêveberiya navçeyê, Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyan û Wezareta Reşenbîrî re ragihandiye ku wê hemû pîvanên yasayî bi cih bîne, lê bi hînceta ku li gund xwênerên pirtûkan kêm in destûra vekirinê nadin.

Sîhad Yasîn eşkere kir ku heta niha jî Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneyan Diyar Westa Ezîz di nava hewldana çareserkiriya pirsgirêkê de ye û spasiya hewldana wî kir.

Sîhad Yasîn got ku ew pirtûkên di nava pirtûkxaneyê de nafiroşe û tênê bi armanca pêşxistinê bêberamber dide xwendekaran û piştî dixwînin dubare ji bo vedigerînin.

Di 18’ê Adarê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkê, hejmarek rojnameger berbi gund rêketin, lê benda asayîşa Sîdekan rê li pêşiya wan girt û Rêveberiya Sîkan ji bi telefonê ji wan re gotibû ‘nabe hûn bên herêmê.’

Sîhad Yasîn ji bo vekirina pirtûkxaneyê hemû hewldana dike û diyar kir ku eger niha destûrê nedin jî wê her rojê pirtûkxaneyê veke.

(ab)

 

#Rojnews

Next Post
Ne mîtolojî lê rastî ye

Ne mîtolojî lê rastî ye

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist