Gava mirov li hebûna medyaya civakî difikire gotina Sîdar Jîr çêtir tê fêhmkirin. Ji ber ku di berhemên çanda populer de ti kes li exlaq, etîk û rêgezên edebiyatê nafikire, Sîdar Jîr dibêje, wî ev tişt li wê meydanê dîtiye. Her wiha Jîr îşaret bi meyla realîzma efsûnî dike û dibêje, li welatekî weke Kurdistanê, li welatekî bindest tu yê çawa dest ji realîzma li kuçe û kolanên xwe berdî û bi pey efsûna wê bikevî. Em bi Sîdar Jîr re li ser serpêhatiya wî ya kovargerî û wêjeyê peyivîn.
Ez ji rêûresma çapemeniya azad têm. Ew helbesta min a ku min di 12-13 saliya xwe de nivîsand jî weke hewesekê bû. Jixwe, ew helbest ne ya min bû jî. Min rêzikek ji Feqî girtibû, yek ji Cizîrî girtibû, yek ji Cegerxwîn girtibû û nîvî jî min li serê zêde kiribû. Di dawiya salên 90’î de xwendekariya zanîngehê dest pê kir. Belavkarî êdî ne pêkan bû. Lewra min bi dilê xwe nûçe çêdikirin û dişandin ji rojnameyê re. Hingê, weşana kovaran sekinîbû û me jî got, “Va jixwe rojname dertê. Em jî kovarekê derxin.” Ewilî me bi navê Kulîlk, fanzînek derxist. Piştî çend hejmarên Kulîlkê, me dît ku em bi awayên fermî tên acizkirin. Ez rabûm çûm û ji bo em karibin kovareke fermî derxin, me miracaet kir.
Motîvasyona te ya ji bo vê miracaetê tê bîra te?
Heger ne şaş bim, wî wextî bi Kurdî weke kovar Nûbihar derdiket. Kovareke xwendekarên zanîngeha Dîcleyê bi navê Tîgrîs hebû. Beşa wan a Kurmancî hebû.