Ekîba filmê jî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî zextên dewleta Tirk da. Wê got, “Normal e dewleta Tirk ji huner bitirse. Vê hefteyê jî konserên hunermendên Kurd betal kirin û gelek hunermend girtin. Deshilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze hebûna xwe rewa û domdar bike. Çi tiştê ku jiyan pê biguhere, xweş bibe, bike ku mirov bikare bijî, dike sûc. Em vê ferasetê şermezar dikin. Em bawer dikin ku wê hunerhez bi rengekî xurt xwedî li filma me derkevin. Armanca me helbet ew e ku bibin layiqê temaşevanan. Tiştên civak hay jê nîne nîşan bidin û hema hinek be jî hestiyariyê çêkin.”