Li ser vê meselê, em nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan re axivîn. Rênas Jiyan jî hem rexneyên xwe kirin û hem jî pêşniyazên xwe.
15’ê Gulanê baş e, pîroz be. Em qebûl bikin, qebûl nekin jî şer û têkoşîna me hemû ji bo Kurmancî ye. Divê hinekî xîreta mirov hebe, ewqas însanên me şehîd ketin, me di girtîgehan de êşkence xwar, em riziyan, heqaret li me kirin, em pîs kirin, tû qula çavê me kirin, em nexistin şûna insanan, bi rûmeta me lîstin, gundên me şewitandin… Çima? Ji ber ku em Kurd bûn, ango ji ber ku zimanê me Kurdî bû. Îcar em radibin bi zimanê wan dipeyivin û xwe bi zanebûna zimanê wan qure dikin. Ev nabe, ev kesayeteke xerab e û genî ye. Hema tenê ji bo vêya be jî, divê em bi Tirkî nepeyivin.
Gava em her Kurdek bi xwendin û zanebûna xwe bibin dibistanek wê çaxê dewlet nikare ti jehrê belav bike. Li nav me, zanistî kêm e, ji ber wê dewlet bi me dilîze û dikare dest werde me. Heke em mirovên xwende û zane bin her yek ji me wê bibe dewletek. Wê çaxê dewleta heyî wê nikaribe bi me, ew ê dewletek be em ê bi milyonan dewlet bin. A ku me têk dibe ne dewlet e, em bi xwe ne. Nezaniya me, me têk dibe. Divê siyaseta me ya nû ev be: “Civaka Kurdan zane bike, hişmendiyê bilind bike.” Gava ev bibe, jixwe gelek tişt jixweber wê çareser bibin. Lê belê siyaseta Kurdan xwe li ser gilî û gazinan ava dike: Her, dewlet tehdê li me dike û hwd. Ev ne siyaset e, jixwe dost û dijmin her kes dizane dewlet tehdê li Kurdan dike. Siyaseta Kurdan divê dev ji vê berde; zanekirina civakê, avakirina malbatê wê me bi ser bixe. Siyaseta mezin ev e, ne gazin û gilîkirin…
Li Bakur dayik û bav bi pêşketina teknolojiyê, televîzyon, tablet yan jî amûrên ragihandinê weke sedema nepeyivîna bi Kurdî a bi zarokên xwe re nîşan didin. Tu vê çawa şirove dikî?
Mirov ji xwe dest bi perwerdehiyê dike, di Kurdan de kes xwe perwerde nake. Em hev perwerde nakin, em dem û aboriya xwe ji perwerdehiyê re venaqetînin. Kî me perwerde dike: Dewlet. Dûre ji perwerdehiya dewletê kesayetên erjeng ji me derdikevin. Vê gavê mamostê me dewlet e; ji ber wê em înkarker in, derewîn in, bê sinc in, xedar in, ji xwe dûr in, bê çand û zanîn û ziman in…
Li Başûr statû û derfetên ji bo ziman gelek in. Li gel vê yekê jî tê gotin, bandoreke wê ya mezin ji bo ziman nîne. Çima wiha ye?