Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin

February 25, 2021
0 0
Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin li ser online di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin.
 
Kampanyaya îmzeyê ya Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê di 22’ê Sibatê de bi armanca kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin, didome. Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Zûhal Tekîner û Mamosteyê Komeleya Lêkolînên ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç kampanya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Tekîner diyar kir ku weke Tora Ziman û Çanda Kurdî ku 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzan tê de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê starta kampanyayê dane. Tekîner anî ziman ku li ser daxwaza fermîbûn û zimanê perwerdehiyê ya kurdî kampanya dane destpêkirin.
 
‘JI BO KU ZIMAN WINDA NEBE EM HATIN BA HEV’
 
Tekîner da zanîn ku bi vê kampanyayê armanç dikin ku astengiyên bi polîtîkayên zext û înkarkirinê yên li ser ziman tên meşandin ji holê rakin û wiha got: “Kurdî demekê li vî welatî hat qedexekirin. Heta niha jî li Meclîsê weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin û derbasî qeydan dike. Nêzîkatiyeke wisa li dijî zimanê me heye bêparastin dihêle û wê di salên pêş de jî zimanê me bikuje. Em jî bi rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û komeleyan re ji bo ziman hatin gel hev. Yekitî tam çênebe jî me xwest li ser ziman yekîtiyekê bidin avakirin. Ji ber ku em bi windabûn û ji holê rabûna ziman re rûbirû ne. Di cîhanê de ji du hefteyan de herî kêm zimanek winda dibe. Daxwazên gel jî di vê mijarê de hebûn. Em jî ketin nav hewldaneke wisa. Me xwest bi vê hewldanê li dijî qedexeyan girîngîya ziman bidin nîşandan.” Tekîner da zanîn ku bi tevlîbûna partiyên siyasî kampanya xurttir bûye, belav dibe û wiha berdewam kir: “Em bi partiyan re xebateke bikordîne bi rêve dibin. Em her carê ji partiyên siyasî re bang dikin ku siyaseta xwe bi kurdî bikin.”
 
‘EM Ê BIGÎHÎJIN ARMANCA XWE’
 
Tekîner destnîşan kir ku di demekî kin de heta niha li ser onlinê herî kêm 6 hezar îmze komkirine û got: “Mirov bi riya partiyên siyasî rêveberên platformê jî dikarin îmzeyan biavêjin. Xebata me wê di demekî kin de bigîhîje milyonan. Me ji bo ziman gaveke mezin avêt. Em bang li her kesî dikin ku li derdora kampanyaya îmzeyê bibin yek.”
 
BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ
 
Mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku bi salan e kurdî tê binpêkirin, li vî welatî nayê nasîn û wiha axivî: “Daxwaza hemû kurdan ya ‘êdî bila zimanê kurdî bibe xwedî statuyek û bibe zimanê perwerdehiyê’ heye. Kampanya ne tenê ya rêveberan e ya gelê kurd û hemû dostên wan e. Kî bixwaze ji bo gelê kurd û ji bo kurdî tiştekê bike bila kerem bike were. Bila werin daxwaza kurdan a sedsalan em li ser ziman tacîdar bikin. Armanca me ewe ku bi milyonan îmze bikin. Divê hemû kurd vê kampanyayê weke pêywîrekê bigirin ser xwe û xebatê bi rêve bibin.”
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Li Mexmûrê 13’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê destpêkir

Li Mexmûrê 13’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê destpêkir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist