Beriya çendekê li Amedê jinekê xwe kuşt. Li gorî hin îdîa û parvekirinan, sebeba xwekuştina vê jinê, tundî û tacîzên nivîskarekî bûn. Piştî van îdîayan, gelek nivîskarên jin nerazîbûn nîşan dan û ev yek rexne kirin. Her çiqas rexne û nerazîbûn bi giştî li ser hişmendiya nêrzatiya di civaka wêjeya Kurd de bin jî, wan bal dibir ser piştahevgirtina nivîskarên mêr. Li gorî nivîskarên jin, ev piştahevgirtin û bêdengiya nivîskarên mêr dibû sebeb ku dawî li qirkirin û bindestiya jinan neyê. Wan digot, heta bêdengiya li hember bûyerên bi vî awayî neşike, ne wêje ne jî civak dikare ji hişmendiya baviksalarî xilas bibe û dawî li bûyerên wisa nayê.
Roza Metîna: Serdestiyeke mêr a ji hinek kevneşopiyên civakî tê, heta roja me ya îro heye. Ev kevneşopî heta roja îro dibin sedem ku mirov bi hişmendiyeke azad bi pêş nekeve û di nava qalibekî de asê bimîne. Hinek mêrên navê nivîskariyê li ser wan e, wekî zêhniyet hîna di nava vî qalîbî de asê mane lê belê ji derve jî wekî ku gelekî azad difikirin, xwe nîşan didin. Lê esas, ne wiha ne. Dema mijar dibe jin, ji ser bedena jinê bi hişmediyeke teng êrişî jinê dikin û hewl didin di warê wêjeyê de bergê li jinê teng bikin. Ne tenê wêje, gelek caran di warên din de jî ji jinê re dibin asteng. Ango bi zêhniyeta xwe tiştekî bi fêde li civakê zêde nakin. Hinek mêrên din ên navê nivîskariyê li ser wan e jî eşkere fikrên xwe diyar dikin. Beriya bi hefteyeke ez bûm şahid. Yekî digot, ‘ez jina azad naxwazim’. Kesekî xwedî pirtûk be û bibêje ‘ez jina azad naxwazim’ ka gelo çiqasî di aliyê mejî de azad e? Ev jî nîşan dide ku mirov tenê bi nivîsandina pirtûkan nabin nivîskar. Asoya nivîskariyê berfireh e. Divê kesên ji xwe re dibêjin nivîskar, xwe ji her alî ve bi taybetî jî ji aliyê hişmendiyê ve bi pêş bixin. Şoreşa hişmendiyê loma gelekî girîng e. Hinek mêr jî hene dibêjin, ‘ez tenê rûdinêm û dinivîsim. Hevjîna min xwarina min, çaya min tîne ber min’. Hinek jî dibêjin, ‘ez ê destûrê nedim ku hevjîna min derkeve û êvarî bê mala xwe’. Gotina ji devan derdikeve gelek caran rewşa heyî bi zelalî eşkere dike. Hinek jî tenê navên wan li sazî yan jî cihekî din heye, lê belê beşdarî nava ti xebatan nabin. Hinek jî pesnê xwe bi nivîsandina bi zimanê serdestan didin. Heta di roja 8’ê Adarê de jî hinek mêr radihêjin daxuyaniya derbarê jinan de hatiye nivîsandin û dibêjin, ’em ê bixwînin’. Em serdestiya mêr a di warê wêjeyê de ji berhemên wan jî dikarin fêm bikin. Çimkî hişmendiya wan di berhemên wan de jî olan dide. Hinek jê bi zimanê xwe yê zayendperest di heman demê de dijminatiya jinê dikin û jinê piçûk dixin. Di berhemên xwe de roleke lawaz, bixwenebawer û bi kêrî tiştekî nayê, li jinê bar dikin. Heta hinek mêrên navê nivîskariyê li ser wan e, bi hêz û baweriya ku ji wî navî digirin, tenê wekî objeyeke zayendî li jinê dinihêrin.
Roza Metîna: Hinek nivîskarên ku tundiyê li jinê dikin û şert û mercên bindestiyê dikin hincet, hene. Her wiha qaşo xwe wekî welatparêz nîşanî civakê didin lê belê bi tundî û gotinên zayendperest ên li jinê dikin jî, dibin rojev. Heta, yên mirinê jî li jinê ferz dikin, hene. Divê em ti carî destûrê nedin ku ev kesên xwediyê vê zêhniyetê xwe bispêrin şert û mercên bindestiyê. Mêrên vê meseleyê vediguherînin firsendê, dixwazin êşê bi jin û civakê bidin kişandin. Çawa serdest bi hincetên pûç êrişî me dikin, kesên xwediyê vê zihniyetê jî bi vê hinceta pûç êriş dikin. Ev yek jî ji qelsiya kesayeta kesên xwediyê vê hişmendiyê tê. Jixwe, mirovên xwedî kesayeteke baş û xwediyê nasnameyeke serketî, xwe li paşiya van qalibên teng venaşêrin. Ev kes têkoşîna ji bo nasnameyeke serketî jî dixwazin pûç bikin û li pêşiya paradîgmaya jinê ya azad jî disekinin. Lê belê ya ku dê civakê ber bi rêya ronî ve bibe jî paradîgmaya jinê ya azad e. Kesên esasên nivîskariyê bi cih tînin û bi rastî jî welatparêz in, xwe li dû gotin û qalibên zayendperest venaşêrin. Nebaşiyên xwe li dû kevneşopiyên civakî venaşêrin. Nexwe kesên bi rastî jî esasên nivîskariyê bi cih tînin ew kes in ku ji civakê re dibin mînak û bi feraseta baş bûyeran şirove dikin. Bi nêrîneke wekheviya zayendî û civakî radixîne pêş çavan berhemên xwe çap dikin û di pratîkê de jî vê yekê pêk tînin.