Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Di Festîvala Çanda Kurdî ya Parîsê de pêngava dawî

May 27, 2022
0 0
Di Festîvala Çanda Kurdî ya Parîsê de pêngava dawî
Share on FacebookShare on Twitter

Festîvala Çanda Kurdî bi pêşangeha wêneyan a ku wê beriya konsera dawiyê ya ku wê sibe êvarê li Salona Konserê ya Gaveaû’yê ku cihekî navdar ê Parîsê ye bê lidarxistin, vê carê derbasê herêma 18’emîn a Parîsê bû.

Pêşangeha wêneyan a Firat Bertî ya bi mijara “Rûyê Kurdan a li Parîsê” li Navenda Ciwanên Şaredariya Parîsê ya 18’emîn êvarê Înê di 19.00 de bi temaşevanên xwe re hat ba hev.

Di pêşangeha wêneyan a Firat Bertî de, Konseya Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F), Enstîtûya Raman û Lêkolînên li Ser Kurdistanê (ÎREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û rayedarên 18’emîn Şaredariya Parîsê û  gelek niştecîhên herêmê û Kurdistanî serdana pêşangehê kirin.

Vekirina pêşangehê ji hêla Anzoûman Sîssoko, Cîgirê Serokşaredar yê ji têkiliyên navnetewî  ên 18’emîn Şaredariya Parîsê berpirsiyar e pêk hat. Sîsoko da zanîn ku ew serbilind in ku di çarçoveya mîhrîcana gelê xwedî têkoşîn û dîroka xwe de xwedî cihekî taybet in, li saloneke şaredariya wan de pêşangeheke wêneyan pêşkêş dikin; Sîsoko her wiha bi bîr xist ku ew gelên wek Kurd, Efgan û Tamîlî ku berdêlên giran ên pêvajoyên jiyan kirinî dane kirine mêvanên xwe.

Piştre li ser navê CDK-F’yê Berîvan Firat mafê axaftinê girt û xîtabê rayedarên şaredariyê kir û ji bo ku tevlê Festîvala Çanda Kurdî bûne sipasiya rayedarên şaredariyê kir. Piştî ku wênekêşê ciwan Firat Bertî yê di sûrgûnê de ye mêvan silav kir pêşangeh ji temaşevanan re hate hiştin.

Berhemên Bertî, çalakiyên Kurdan ên li Parîsê û portreyên Kurdan ên di jiyana karsaziyê de di nava xwe de dihevîne. Hunermendê ciwan ev 7 sal in li Parîsê bi wênekêşiyê re mijûl dibe.

Yekemîn Hefteya Çanda Kurdî bernameya xwe ya du hefteyan wê bi konsera dawî ya ku wê sibê êvarê bê lidarxistin ve diqedîne. Şivan Perwer, Hozan Farqîn, Diyar û Ayfer Duzdaş wê di konsera ku sibe êvarê wê destpê bike de berhemên xwe pêşkêş bikin.

Next Post
‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ li Amedê hat lîstin

‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist