Serpîl Turhan di filmên xwe de li nasnameyan, aîdbûnê dikole, lê pê re jî xweseriyeke xwe diparêze. Di jiyana rojane de li tevgerên hûr çavdêriyê dike, û behsa têkililyên rewan di nava wan dike. Gava behs jî dike xwe naxe nav tezên mezin, lê vê bi sohbetên xelkê û bi xelkê re dike.
Ji rojnameya Der Tagesspiegel re derhêner û çêkera filmê Serpîl Turhan dibêje, ji bo wê muhim bû ew mekanekî biafirîne ku tê de nifşên cihê hev bibînin.
Mekan cihê hesretê ye
Di filma xwe ya ji bo dîplomayê de Serpîl bi sernavê filmê digot, “Meine Zunge dreht sich nicht (Zimanê min nagere)”,