Li Silêmaniyê Roja Cihanî ya Sinemayê bi nîşandana kurte filman û dayîna xelatan hate pîroz kirin.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Sînemayê di saetên êvarê de li Salona Hunerê ya Silêmaniyê ji aliyê Rêveberiya Huner û Sînema ya Silêmanî ve merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîmê de gelek hunermend û welatî amadebûn. Merasîmê bi stran û mûzîkên Gruba Lor destpêkir. Piştre ji aliyê Rêveberê Rêveberiya Huner û Sînema Silêmanî Merîwan Îbrahîm ve axaftinek hate kirin. Merîwan got, sînema beşek giringe ji bo nîşandana jiyana civakê.
Di merasîmê de çar kurte filmên bi navên “Keça bayê”, “Dengê ji dûrve”, “Mirina di baxê sêvan de” û “Bunî xewn” hatin nişandan.
Piştre jî xelatên roja cihanî ya sînemayê pêşkêşî malbatên her du hunermendên wefat kirî, Aso Omer Siware û Piştîwan Nurî Bedewî hatin kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye wê merasîm du rojan bidome û bi giştî 12 kurte film werin nişandan.
(kş)