Li bajaroka Kifrî ya Germiyanê Dîdara Aştî û Hunerî ya Kifrî destpêkir. Di dîdarê de gelek çalakiyên hunerî hatin pêşkêş kirin.
Li bajaroka Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê bi hevkariya Rêxistina Alîkariyê ya Almanî li Hola Şehîd Atêla ya li Peymangeha Hunerên Xweşik a Kifriyê, Dîdara Aştî û Hunerî ya Kifrî hate destpêkirin. Di dîdara ku tê payîn wê sê rojan berdewam bike de berpirsên bajêr, gelek hunermend, nûnerên aliyên siyasî û welatî amade bûn.
Di roja yekem a dîdarê de peyamên aliyan hatin dayîn û piştre çend grubek ên govendê derketin ser dikê hunera xwe pêşkêş kirin.
(kş)