Xewê zora min bir, deriyên xewnan li min vebûn. Li deştekê her dibeziyam, ne serî hebû ne jî binî. Min rêyek dabû ber xwe. Di wê baweriyê de bûm ku ew rê wê min bigihîne malê. Xeyalên malê dilê min germ dikirin û her dibeziyam. Li nîvê deştê diriyek di lingê min re çû. Hinekî rawestiyam, min dirî ji nav tiliyên xwe derxist û dilopek xwîn herikî ser axê.
Baweriya gihîştina malê hêz dida lingên min, dibeziyam. Tirsa şevê diket dilê min. Heke heta êvarî negihim malê wê dirî xefkeke din jî li ber min deynin. Min lezand. Di nav xwîdanê de mabûm. Tîrêjên rojê dibûn xwîdan û ji nav serê min ber bi bedena min ve diherikîn. Xem nedikir, hew mabû bigihim malê.
Diriyek di destê min ê çepê re çû. Li pêşiya min diriyek hebû û min nedîtibû. Xem nedikir, dibeziyam. Hem dibeziyam hem jî min hewl dida diriyê ji nav çermê xwe derxim.
Rengê ezmanan vediguherî rengekî zer, pirteqalî û sor. Dengê diriyan dihat, li hev diketin, dengekî wekî qêrînekê ji wan bilind dibû. Di ber guhê min de difîkandin… êdî ji ber ku nêzîkî min bûbûn, min dijminên xwe bi çavên serê xwe didîtin, ji wan neditirsiyam, lê cihên ku dirî di wan re çûbûn dişewitîn. Xwîdana min bi ser wan deran de diherikî û bêhtir dişewitîn. Dirî dirêj dibûn, ber bi ezmanan ve diçûn. Dûr ji wî halî, ev min nefetisînin heta êvarî? Neditirsiyam. Lê dibe ku xwe li min bipêçin û min bifetisînin.