Bêdeng û bêyî ku akademiya lêkolînên Kurdî jî zêde behsa wê bike, Evgenia I. Vasilyeva, kurdologa navdar, xebatkara herî mezin a Înstîtuya Karên Derve ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê, doktora Zanistên Dîrokî, koça dawî kir.
Evgenia Ilyinichna Vasilyeva di 22’ê Çileyê 1935’dan li gundê Kievets ê herêma Novgorod ji dayik bû. Di sala 1944’an de malbata wê koçî Lenîngrada hingê kir; piştî ku bajar dîsa bû Saint Petersburgê ew hê li wir bû. Di sala 1953’an de ew dikeve Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Dewletê ya Lênîngradê. Di sala 1958’an de piştî ku beşa Dîroka Welatên Rojhilata Nêzîk û Navîn a Fakulteya Rojhilatnasiyê qedand, li Înstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê dest bi xebatê kir. Di sala 1984’an de li Înstîtuya Destnivîsên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî de weke lêkolerekê dest bi xebatên xwe kir. Piştî salên 2007’an jî li Înstîtuya Destnivîsên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê xebatên wê yên lêkolînê dewam kirin.
Monografiya wê “Kurdistana Başûr ji sedsala 17’an heta destpêka sedsala 19’an: Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban” a sala 1991´ê ji xebatên wê yên girîng e. Wê naveroka vê teza xwe ya doktorayê ji dîroka civakî-siyasî ya mîrên Kurd ên Erdelan û Babanê veqetandiye. Evgenia I. Vasilyeva cihê wan di pêkhatina civaka Kurd, bîrdozî û statuya siyasî de diyar dike. Encama analîza Evgenia Vasilyeva bi kurtî ev e: Kurdan yekîtiya xwe ya siyasî ava nekir û bûn beşek ji dewletên din.