Em bi Rêbwar Perwîzî re derbarê hunerê wî û feraseta wî ya hunermendiyê peyivîn. Li gorî Perwizî divê huner bi exlaq be. Ger exlaq di navê de nebe, ew tişt ne huner e.
Hê zarok bûm min ji huner hez dikir. Lê ez li gund bûm û derfet nebû ku herim bajarê mezin û perwerde bibim. Min bi xwe dest pê kir û dewam kir. Heta piştî çend salan çûm bajarê mezin û çend mehan hatim perwerdekirin. Lê vê perwerdeyê têrê nedikir. Min dîsa perwerdeya xwe bi xwe dewam kir. Çend sal wisa derbas bûn. Rojekê ez çûbûm bajarekî ku nêzîkî gundê me ye û rastî rêklama pêşangehekê hatim. Heyirîm. Min di ber xwe de got, “Ma li bajarê me hunermendek wisa baş heye?” Peyre ez çûm pêşangeha wî hunermendî û min berhemên wî dîtin! Kêfa min hat. Êdî min mamosteyê xwe dîtibû û ez bûm şagirtê wî. Heya çend salan li ba wî mam û wisa êdî hêdî hêdî heta niha ez huner dikim.
Hunerê te hunerekî polîtîk e jî. Tu di hunerê xwe de cîh didî mijarên polîtîk jî. Lê nîqaşek wisa jî heye ku dixwaze huner û polîtîkayê ji hev qut bike. Tu çi difikirî?