Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin’

February 19, 2021
0 0
‘Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin’
Share on FacebookShare on Twitter

ENQERE – Ana Îlkîn Yuksel Çaglayan, diyar kir ku loqmeyên di meha Xizirê de tên çêkirin remza yekîtî û bihevrebûnê ne û got: “Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin.” 

 
Niha em di meha Xizirê de ne ku di elewîtiyê de meheke girîng e. Meha Xizirê heya dawiya Sibatê didome û di vê mehê de rojî tê girtin, cem tê kirin û loqme tên belavkirin. 
 
Ji Ocaxa Kureyşenê Ana Îlkîn Yuksel Çaglayan, he sal bi derfetên xwe haziriyên meha Xizirê dike. Çaglayan li Almanyayê dimîne, lê belê her sal tê Tirkiyeyê. Çaglayan ku ji Dersimê ye, derdora mala xwe bi mûmikan xemilandiye û loqmeyên çêdike belav dike. 
 
Çaglayan, diyar kir ku loqme di serê meha Xizirê de jî tên çêkirin û got: “Tu xewnekê dibînî, ji Xizirê doza tiştekî dikî, serê zarokê te di belayê de ye an jî nexweş e… tu loqmeyan çêdikî. Gava em loqmeyan çêdikin, li gor baweriya me Xizir tê.” Çaglayan, anî ziman ku loqmeyê bi arvan, xwê, av û rûn çêdikin û got: “Ji lewra em mirovên loqmeyê ne û di dest me de çi hebe em loqmeyê bi wî çêdikin. Gava em çêdikin em gazî Xizir dikin. Di meha Xizirê de tu en emcbûrî qurbanê ser jê bikî. Her kes dikare loqmeyê çêbike.” 
 
YEKÎTÎ Û BIHEVREBÛN 
 
Çaglayan, destnîşan kir ku gava mirov loqmeyan çêdikin qethiyen ji bo xwe tiştekî naxwazin û got: “Pêşî ji bo kesên di zor û zehmtiyê de dixwazin. Em dibêjin ‘Xizir were bibe melhem, bibe derman’, dû re em dibêjin ‘were ji me re bibe melhem.’ Ji lewra em bawer dikin ku heger cînarê me baş be, ê ew başî bandorê li me jî bike. Yekîtî û bihevrebûn heye, di loqmeyê Xizir de. Tu dev ji takekesiyê berdidî. Ev taybetmendiya loqmeyê ye. Ji lewra Xizir diyardeyeke pir girîng e, di dilê elewîtiyê de. Di vê diyardeyê de takekesî tune ye. Em û Xizir dibin yek.” 
 
‘XIZIR HEBÛN E’ 
 
Çaglayan bal kişand ser wateya Xizir jî û got: “Xizir, hebûn bixwe ye. Li cem me Xizir gavekê li pêşiya Hz. Mihemed û Hz. Elî ye. Xizir, hez e, şefqet e, yekîtî ye, parvekirin e. Xizir, aramî ye, ax e, hêşînahî ye. Xizir 7 rengên keskesorê di xwe de dihewîne. Xizir, hêvî bixwe ye. Kesê bixwe nizanibe ê bi kesî jî nizanibe.” 
 
‘EM HEZKIRINÊ BELAV BIKIN’ 
 
Çaglayan ku got “”Em ewladên ronahiyê ne” got: “Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin. Em mirovên aştiyê ne. Meha Xizirê, her kesî vedixwîne evînê, hezkirinê. Çavên me dunyewî ne. Gava em çavên xwe bigirin, em ê li wir hezê bibînin. Em vê hezkirinê belav bikin.” 
 
 MA / Zemo Aggoz 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e

Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist