Te di nivîseke xwe de ziman weke kesekî li ber sikratan teswîr kiriye û her wiha te gotiye, kes naxwaze here hafa vî nexweşî. Ev bêxîretî çawa li me Kurdan hasil bû?
Jinavçûna Kurdî kêmzêde, dikare bi karesata hatiye serî zimanê Galî/Îrlandî bê miqayesekirin. Li Îrlandayê jinavçûna ziman 700 sal berê dest pê kiriye û di sedsala 19´an de gihîştiye armanca xwe. Lê jinavçûna Kurdî sed salan piştî zimankujiya li Îrlandayê dest pê kiriye û di sedsala 21´ê de Kurdî bûye tekane zimanê neteweyeke dîrokî ku hatiye ber jiholêrabûnê. Aliyekî din ê balkêş jî ev e, di konteksta Kurdî de potansiyela mezin a berxwedanê nehatiye bikaranîn. Ev taybetî jî proseya jinavçûna Kurdî di dîroka zimankujiyê de dike tekane mînaka di vê mijarê de. Wekî cînayeteke bêqusûr/mikemel hatibe kirin. Bê xirûcir, pevçûn û protesto, ev pêk hatiye. Pişt re jî vekolîna sebebên vê cînayetê hatine astengkirin û ev dosye ji rojevê hatiye derxistin.
Kolonyalîzma siyasî ku pirrî caran bi dagirkirinê dest pê dike, bi riya amûrên şidetê û hilbijartinan tên meşandin. Li hemberî partiyên kolonyalîst, partiyeke legal yan gelek formên din ên têkoşîna siyasî dikarin bên damezirandin. Herwiha, hêzêke gerîla yan mîlîs dikari li hemberê artêşa kolonyalîst û alîgirên wan şerekî çekdarî bimeşîne. Li Bakur ev şemaya klasîk a şerê rizgariya neteweyî heta demekê pêk hat û car caran gihîşt asta herî bilind.