Çîrokbêjên me kêm in
Derheqê têkiliya çîrokbêjî û dengbêjiyê de Erkmen dibêje, ”Her dengbêj çîrokbêj e, lê her çîrokbêj ne dengbêj e. Çîrokbêj tenê bi çîroka xwe dizane, bi strana wê nizane. Herduyan tim hev xurt kirine. Dengbêjekî ku ketî ber karîgeriya çîroka çîrokbêj, strana wê çêkiriye. Çîrokeke dramatîk a Siyo û Zelêxa hebû ku van demên dawî min bihîstibû û nivîsîbû û vegotibû. Piştî ku min ew çîrok parve kir, dengbêj Apê Zahir strana wê çêkir. Ji ber vê mirov dikare bibêje, navbeyna du de çandan tim danûstandinek heye.”
Erkmen dibêje, wêjeya devkî ya her civakê heye, hin gel zûtir bûne xwedî derfet ku vê bikin nivîs û dibêje, “Ji ber bêdewletiya gelê me, rengê jiyana wan, belkî ji ber ku perwerde pirr berbelav nebû, ew çanda devkî, zû negihişte nivîsê. Dengbêj û çîrokbêj ji vî alî ve bi roleke mezin rabûne.”
Erkmen ji bo serpêhatiya peydakirina çîrokan jî dibêje, destpêkê ew bi pey çîrokan diket lê van demên dawiyê, êdî mirov çîrokan digihînin ber destê wî: “Ji çar aliyên cîhanê, çîrokan ji min re dişînin. Ango dengê mezinên xwe, rojnivîskên ku mezinên wan nivîsîbûn digihînin ber destê min. Vê carinan bi devkî, carinan niviskî dikin.”