Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24’ê adarê de dest pê dike

March 4, 2022
0 0
Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24’ê adarê de dest pê dike
Share on FacebookShare on Twitter

STENBOL – Di Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ku wê di navbera 24-29’ê adarê de pêk bê de di qategoriya fîlmên metraja wan dirêj, begelfîlm û fîlmên kurt de wê 28 fîlm bên nîşandan. Wê vekirina mihrîcanê bi fîlmê “Kurdên Êzidî” bê kirin.   

 
Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê, derbarê Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê ku wê di navbera 24-29’ê adarê de pêk bê de li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Ji Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê Adar Taş, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku gelek civak bi sînemayê nasnameya xwe ava dikin û wiha got: “Lê kurd û civakên mîna kurdan bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Pişaftin û zehmetiyên maddî û menewî ji pêşveçûna sînemaya kurdî re bûne asteng. Hê jî ev rewş bi awayên cuda berdewam dike. Weke komîteya ku vê mihrîcanê li dar dixin, em di ferqa vê rewşê de ne û ji bo mihrîcanê cara duyemîn li dar dixin. Gelê kurd bi her awayî bi çand û hunera xwe di nav têkoşînekê de ye. Em hêvî dikin ku ji rewşê re bibe çirûskek.” 
 
WÊ 28 FÎLM BÊN NÎŞANDAN
 
Taş, da zanîn ku fîlmên kurd tên sansurkirin û bi armanca ku vê sansurê vê ji holê rabikin mihrîcanê li dar dixin û derbarê mihrîcanê de ev agahî dan: “Me mihrîcana yekemîn di sala 2019’an de li dar xistibû. Ji ber pandemiyê me nikaribû salên borî berdewam bikin. Em ê bi kelecana mihrîcana destpêkê mihrîcana xwe ya duyemîn di navbera 24-29’ê adarê de pêk bînin. Nêzî 5 mehan e em ev xebat didomînin. Weke komîteya mihrîcanê ji bo hilbijartina fîlman me hin şertan diyar kir. Bi giştî me cih da fîlmên xwedî nirxên, mirovî, xwezayî û demokratîk. Bêguman hemû fîlmên ji me re hatin girîng in û spasiya hemû derhênerên ku fîlmê xwe ji me re şandin dikin. di qategoriya fîlmên metraja wan dirêj, begelfîlm û fîlmên kurt de wê 28 fîlm bên nîşandan. Wê piraniya fîlman bi beşdariya derhênerên wan bên nîşandan.”
 
BANGA BEŞDARBÛNA MIHRÎCANÊ
 
Di berdewamê de Taş, da zanîn ku wê vekirina mihrîcanê bi fîlmê Kurdên Êzidî ku di sala 1933’yan de hatiye kişandin û heta niha ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê nehatiye nîşandan bikin û ev bang kir: “Di roja vekirina mihrîcanê de wê bi nîşandan fîlmê Kurdên Êzidî re wê konserek jî bê dayîn. Her wiha wê sînamegerên kurd di çarçoveya mihrîcanê de bi forumekê sînemaya kurd û pirsgirêkên wê nîqaş bikin. Em ê li benda sînemahezan û gelê xwe bin.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Tabloyên nasname û çanda Kurdî

Tabloyên nasname û çanda Kurdî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist