Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Ekîn: NÇM bi ruhê Newrozê xebitî

March 22, 2022
0 0
Ekîn: NÇM bi ruhê Newrozê xebitî
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo ku Newroz bi coş derbas bibe, yek ji cihên ku hewldaneke mezin dihate kirin û xebatên mezin dihate kirin, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê bû. Komele pêşengtî ji hemû xebatên muzîkal ên Newrozê re dikir. Serokê Komeleyê Celal Ekîn derbarê tevkariya li Newrozê ya ku bi avabûna NÇM’ê re hate kirin, axivî.

 

Ekîn diyar kir NÇM di sala 1991’an de hatiye avakirin û bi geşbûna têkoşîna azadiya Kurdan re jî, hin pêdivî derketine holê û hunermend û rewşenbîrên ev pêdivî dîtin, ji bo avakirina navendeke çand û hunerê dest bi nîqaşan kiriye.

Ekîn got “Dema ku rewşenbîr hatin ba hev NÇM ava bû û avabûna xwe li ser nirxên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirandibû, ava kir. NÇM saziyeke wisa ya çand û hunerê ye, bi jiyan û hilberandinê re xwe geş kir.”

NÇM HAY JI DÎROKÊ HEBÛ

Ekîn diyar kir di salên 1992 û 1993’an de li Amedê çalakiyên Newrozê ya ku bi milyonan kes lê kom dibin, tunebû, li herêmê li gelek deran xwepêşandan dihate kirin û got “NÇM navendeke wisa ya çand û hunerê ye ku hay ji dîrokê heye. Hay ji vê pêvajoyê hebû, ji nêz ve dişopand û têkiliya xwe bi rabirdûyê re datanî. Wê her dem xwe ji Newrozan re amade dikir, bi stranên xwe coş dida girseyê û ev tişt bi gelê xwe re par ve dikir. Komên wekî Koma Azad, Koma Çiya û Koma Amed gelek komên muzîkê xwe di nav NÇM’ê de bi ruhê Newrozê ava kirine. NÇM amadekarî dikir ku ji Newrozan de ji coşa gel re bibe bersiv û karibe wê coşê par ve bike. Rabirdûyeke dîrokî heye ku NÇM li gorî wate û ruhê Newrozê jiya. Destana Kawayê Hesinkar ê li hemberî zilma Dehaq heye. Dîsa di sala 1982’an de li zindanê Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê Newroz pîroz kir. Bi vî awayî him bi dîrokê re têkilî danî û him jî bû teşeyeke çalakiyê ya ku xwe nû kir. Vê teşeya çalakiyê di warê motîvasyonê him di nav gelên Amedê de û him jî li cihên ku Kurd lê dijîn bû teşeyekî çalakiyê. Gelê Kurd bi vê têkiliyê bi stran û heyecana xwe, veguherandin Newrozeke li gorî ruhê wê.”

JI BERÊ Û HETA NIHA NEWROZA AMEDÊ

Ekîn diyar kir çalakiya ku Mazlûm Dogan kiriye rol û mîsyonek jî daye gel û got “Gelê Amedê ji 20 salan zêdetir e, li qadan Newrozê pîroz dike. Vî tiştî sînorê Amedê derbas kir û ji bo tevlêbûna Newrozê ji derveyî welat jî sefer tên lidarxistin. Herî zêde 15 an jî 20 hezar kes tevlî çalakiyên berê dibûn, niha jî em qala Newroza bi sed hezaran dikin. Hêviya me ev e ku her kes li gorî ruhê Newrozê û li gorî ruhê nirxên ku di dîroka vî gelî de hatine afirandin, pratîkeke xebatê bikin û têkevin nav pêvajoya hilberandinê.”

Next Post

Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist