Gelekan, ji helbesta Cegerxwîn ew gotinên li ser Eleqemşê bihîstine. Kengî bû, kes welê xweşik bi isehî nizane. Jixwe, çawa û çima zanibin, ti kes bi rojbûna xwe nizane.
Cegerxwîn ji saxfilitiyan hîn bûbû û nivîsîbû. Saxfilitî… Saxfilitiyek ji gundê dapîr û bapîrên min bû. Cegerxwîn ji bilî helbesta Eleqemşê, di helbesta Pîra Torê de jî behsa komkujiya Eleqemşê dike. Min timî meraq kir, gelo Pîra Torê û ew saxfilitiya ji gundê pêşiyên min yek in yan na.
Parlamenterê HDP´ê Faysal Sariyildiz ji bo ku bûyer bê ronîkirin, Nîsana 2015´an pêşniyazpirsek da meclîsa Tirk, jê xwest komîsyoneke lêkolînê ava bike. Di wê pêşniyazpirsê de ew dibêje, 18’ê Nîsana 1926’an komkujîya Eleqemşê bûye û di komkujiyê de 1224 kes hatine kuştin. Axir ev dema hanê çiqasî rast û çiqasî çîrok e, ez nizanim, lê gotara Faysal Sariyildiz bi ya gundê min re li hev dike: “Tepisandina serhildanan bi seroktiya Haco Ağa de gelek kesan stara xwe li Rojava dît, li ser soza ku wê tiştek ji wan neyê kirin, bi sedan ji wan vegeriyan. Sala 1926´an li nav sînorên gundê Eleqemşê yê îro ser bi Hezexa Şirnexê bi tivingên hûravêj hatin qetilkirin û paşê hatin şewitandin.”*
Bêbextiya bi bext
Ev dema weke 1926 hatiye diyarkirin, li agahiyên ji jînenîgeriya Cegerxwîn jî tên**. Ew dibêje, piştî serhildana Şêx Seîd, sala 1926´an fermandarê cendermeyan li Nisêbînê dişîne pey Haco Axa yê serokê Hevêrkan û jê dixwaze erdê xwe berde û berê xwe bide Anadoliyê. Ew li ser vê fermandêr û hevalên wî digire û tevî qismek Hevêrkiyan binxet dibe. Piştî wê fermandarên li ser sînor xeberê dişînin ji Hevêrkiyên binxetê re. Dibêjin “bext e”***, kesên ku bi “bextê romê” dixapin jî xwe li gundê Eleqemşê digirin. Ji komkujiya hovane, hem li gorî pirraniya xelkê Torê, tenê pîrek filitiye. Cegerxwîn serpêhatiya vê komkujiyê ji wê dibihîse.
Varyanteke din a sedem û dema komkujiyê heye, ew jî bûyerê di bûyereke qaçaxçîtiyê ve elaqedar dike. Lê varyaneteke din jî heye ku meseleyê bi newêniyeke midûrê postê ve elaqedar dike.****
Dapîra min û Bêzarê
Axir mesele yan sala piştî 1926´an – heger binxetbûna yekê ya Haco Axa weke pîvan bê dîtin – yan jî sala piştî 1930´î – heger di çarçoveya destekkirina Serhildana Agiriyê de bê dîtin – qewimiye. Lê şahidiyeke min jî a neyekser heye. Ez nizanim gelo Pîra Torê ya Cegerxwîn e yan na, lê dapîra min timî behsa Bêzarê dikir. Bêzar a ku 7 nefs ji mala wê li Eleqemşê hatibûn şewitandin. Dapîra min îro 79-80 salî ye. Min wê rojê bi telefonê ew dîsa aciz kir û dîsa pirsa vê meseleyê jê kir*****. “Yadê tu hingê, wexta te Bêzar dît, tu çend salî bûyî?”, 9-10 salî bûye, tê bîra wê çawa ji Hesekorê berê xwe daye Zaxurana Gund -her du jî gundên Zaxuranê ne, li Midyadê. Bêzarê hingê pîr bûye. Meraq dikim, gelo Pîra Torê Bêzar e yan na. Gelo saxfilitiyên din jî hebûn? Herdu jî muhtemel in. Dibe ku Bêzar pêşî binxet bûbe başê dîsa vegeriya be gundê xwe. Ew bi xwe ji bavkê me ye, dibe ku vegeriya be ser milkê xwe. Lê dapîra min jî bîr nake, sûnda wê ya mezin “Kesera Eleqemşê” bûye. Li gorî hesabê pîrbûna hingê û em her wiha hesabê wê yekê bikin ku li Eleqemşê hevserê wê û 6 zarokên wê tên şewitandin, em dikarin wisa hesab bikin ku di dema komkujiyê de Bêzarê – belkî jî Pîra Torê – 35 salî bûye. Em pîrbûna wê ya hiş li serî jî weke qederê 55-60 salî bihesibînin. Dapîra min ew qederê 20 – 25 salan piştî komkujiyê dîtiye. Em 69-70 salên din lê zêde bikin, herî kêm em behsa 90 sal beriya niha dikin, lê muhtemelen bêhtir. Mêla rastbûna dema 1926´an bêhtir e. Lê belê kîjan dem rast be bila bibe, ji ber ku meseleya “bext” heye, di arşîvên dewleta Tirk a dagirker de bê guman behsa meseleyê û vî bextê bêbextiyê tê kirin.
Helbesta Eleqemşê
Beşek ji helbesta Cigerxwin ‘Eleqemşê’:
… Li gundê Aleqemşê
Ew kom kirin li hewşê
Mêr bi carek girêdan
Bi kindir û bi lêdan
Xort û pîr û kal û jar
Wek êzing û weke dar
Girêdan û dane hev
Di dest wan de nema rev
Hawîr danîn Hûravêj
Ew tivingên dev dirêj
Serdarê wan emir da
Tevan bi hev re berda
Hemî ketin li ser ax
Bi ser hev de bûn kelax.
Gaz berdane ser laşa
Ji nû dan ber manaşa
Heta ko tev bûn arî
Ma kî dikî vî karî?…
* https://www.evrensel.net/haber/110804/hdp-laqamis-katliami-icin-meclis-arastirmasi-istedi
** Cigerxwîn. Jînenîgariya min. Apec. Stockholm 1995
*** Li Torê tê gotin, “li Eleqemşê bext e”. Ne ji gotinên Cegerxwîn e.
**** Neşe Ozgen. Vatanin çerçevesi olarak sinirlar: Haco Axa ve Alakamiş Katliami ornegi. Tîroj, Îlon-Cotmeh 2006.
***** Hevpeyvîna bi telefonê ya bi Hezara Heso re, 30´ê Cotmeha 2020´an.