Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin’

October 1, 2022
0 0
‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin’
Share on FacebookShare on Twitter

WAN – Mîhrîcana Şanoyê ya 3’yemîn a ji aliyê koma ŞanoWanê ve hat lidarxistin, bi dawî bû. Şanogerên ŞanoWanê gotin: “Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li hemberî ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin.”
 
Mîhrîcana Şanoyê ya 3’emîn a ji aliyê koma ŞanoWanê ve di 23’ê îlonê de bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” hat lidarxistin, bi dawî bû. Mîhrîcan ku di navbera 23 û 30’ê îlonê de hat lidarxistin, di şexsê Jîna Mahsa Amîniyê de ku li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hatibû qetilkirin, diyarî hemû jinên berxwedêr ên cîhanê hat kirin. Di mîhrîcanê de îşaret bi zext, binpêkirinên mafan û tecrîda li girtîgehan hat kirin.
 
Lîstikvanên ŞanoWanê Perînaz Delazy û Ferhat Aslan der barê mîhrîcanê de axivîn.
 
Şanoger Perînaz Delazyê diyar kir ku gelek kes beşdarî mîhrîcanê bûne û wiha got: “Ji destpêkê ve tevlîbûneke xurt çêbû. Hema bibêje di hemî lîstikan de, hêwan qet vala nema. Atmosfereke xweş hebû. Kesên ku me nas nedikirin hatin û li lîstikan temaşe kirin. Mîhrîcan bû wesîleya ku em xwe bidin nasîn. Ev reaksiyona erênî ya mirovan em kêfxweş kirin.” 
 
Delazyê bilêv kir ku dê xebatên ŞanoWanê bidomin û wiha got: “Em tîmek in ku ji sala 2017’an vir ve lîstikan li dar dixin û hewl didin biçin tûrneyan. Lê belê, ji ber şewbê navberek çêbû. Ev pêvajo ji bo me bû motîvasyon ku em ji nû ve dest pê bikin. Di vê pêvajoyê de, di warê kalîteyê de em hatin cihekî çêtir. Ev mîhrcan destpêka sezonê bû. Em dixwazin di nava salekê de hem li Wanê hem jî li herêmê bi xebat û organîzasyonên nû xwe bigihînin gelek kesan.”
 
‘EM Ê BI HUNERA XWE LI BER XWE BIDIN’
 
Lîstikvanê ŞanoWanê Ferhat Aslan jî diyar kir ku mîhrîcan ji bo peydakirina hayjêhebûneke civakî hatiye lidarxistin û wiha got: “Ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat qetilkirin, li çar parçeyên Kurdistanê bertek hat nîşandan. Me xwest têkoşîna di şexsê Amîniyê û Emîne Şenyaşarê de xuyangtir bikin. Her wiha me xwest li hemberî binpêkirinên mafan û polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan hesasiyetekê bidin der û bêhiqûqîtiya heyî xuyangtir bikin. Mesela, me bi şanoya bi navê ‘Jiyan ez ji te hez dikim’ ku nivîskar-helbestkarê girtî Îlhan Samî Çomak ew nivîsandiye, hewl da tecrîd û binpêkirinên mafan ên girtîgehan têxin rojevê.”
 
Aslan anî ziman ku li dijî ziman û çanda kurdî êrişine dijwar hene û got ku divê her kes vê rewşê bibîne û xwedîtiyê lê bike. Aslan wiha berdewam kir: “Êrişên li dijî kurdan roj bi roj dijwartir dibin. Bi taybetî li dijî ziman û çanda kurdî polîtîkayên qedexekirinê tên pêkanîn. Ev ne îro, 40 sal in wiha ye. Her roj gelek pêşandan û konserên me tên betalkirin. Em jî li hemberî vê ferasetê li ber xwe didin. Em ê bi huner û muzîka xwe li hemberî hemû êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe bidin. Divê gelê me jî di vê mijarê de hestiyar be û hîn bêtir saziyên xwe biparêze.”
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
LKFF bi merasîma xelatê bi dawî bû

LKFF bi merasîma xelatê bi dawî bû

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist