Evîn, sala 2012’an jî bi navê “De Tê Were” albûmek derxistibû.
Evîn got, hunermend divê li dijî zext û zorên li ser çand û zimanê Kurdî xwedî helwêsteke polîtîk bin. Evîn got, Kurdên ku huner, çand û zimanê xwe diparêzin hîn jî tên kuştin: “Heta welatê me û zimanê me azad bibe, em ê hunermendê gelê xwe bin.”