Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Encamên 9’emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn

May 16, 2022
0 0
Encamên 9’emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
Share on FacebookShare on Twitter

AMED – Encamên 9’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî diyar bûn. Dosyeya helbestan a Bahadîn Akhan hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor, her sal ji bo teşvîqkirina nivîsandina helbestên kurdî li ser navê Arjen Arî pêşbirka helbestan pêk tînin. Ji sala Arjen Arî jiyana xwe ji dest daye ve heta niha 8 pêşbirk pêk hatine. Serlêdanên pêşbirka dawîn ango 9’emîn di 24’ê kanûna 2021’an de dest pê kiribûn û heta 1’ê adarê berdewam kiribûn. Piştî ku serlêdam bi dawî bûn jûriya pêşbirkê serlêdanên ku hatibûn kirin nirxand û encamên pêşbirkê diyar kir. Bi munasebata 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê kurdî encamên pêşbirkê îro bi daxuyaniyeke nivîskî hatin ragihandin. 
 
‘AN JÎ GILÎ GOTINÊN LI SER HATINÊ’
 
Li gorî encamên ku hatine ragihandin, jûriya pêşbirkê ku ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatîce Kiliç, Hamîd Omerî û Rêdûr Dîjle pêk dihat dosyeya Bahadîn Akhan hêjayî xelatê dîtiye. Di rojên pêş de di rojeke ku bê diyarkirin de wê xelata Akman bi merasîmekê diyariyî wî bê kirin. 
 
XELATA RÛMETÊ
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ragip Zarakoglû jî di demên herî zehmet de ji bo çand û dîroka kurdan ked daye û ji ber vê keda xwe hêjayî Xelata Rûmetê hatiye dîtin. 
 
BAHADÎN AKHAN KÎ YE
 
Bahaddîn Akhan, li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû hatiye dinê û li gundê Kekeliyê yê navçeyê mezin bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li gund, lîseyê jî li navçeya Kopê xwendiye. Zanîngehê jî Li Zanîngehan Mêrdînê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye û niha jî li heman zanîngehê lîsansa bilind dike. Her wiha demekê di rojnameya Xwebûnê de jî edîtorî kiriye û niha jî li ser roman û wêjeya kurdî xebatên xwe didomîne û carna jî ji bo weşanxaneyan edîtoriyê dike. 
 
 

Çavkanî: #MA Kurdî

Next Post
Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê

Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist