Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Endamê Koma Çiya: Me Newroz bi saya PKK’ê nas kir

March 20, 2022
0 0
Endamê Koma Çiya: Me Newroz bi saya PKK’ê nas kir
Share on FacebookShare on Twitter

Mehmûd Gulo xwedî wê malê ye ku Koma Çiya lê ava bû. Di heman demê de yek ji endamên destpêkê yên Koma Çiya ye. Du salan di nava Koma Çiya de, salekê jî di nava Koma Araratê de ma. Sê zarokên Mehmûd li ser şopa wî tevlî nava Koma Botan dibin.

 

Endamê Koma Çiya Mehmûd Gulo qala damezrandin û karên Koma Çiya, veguherîna Koma Ararat, pîrozbahiyên Newrozê yên wê demê û zextên rejîma Sûriyeyê kir. Newroz Gulo anî ziman ku wan Newroz bi saya PKK’ê nas kirin û got, “Piştî ku PKK hate vê derê, em hîn bûn bê Newroz çi ye, ji bo çi tê pîrozkirin, wateya xwe çi ye. Ya ku gel zane kir, rastî nîşan da PKK bû. PKK’ê ev nîşanî me da. Bi salane ewqas partî hebûn, lê ji bo kesî tiştek nekirin. PKK’ê rastiya Kurdayetiyê da me. Lewma me xwe di nava PKK’ê de dîtin.”

ATMOSFERA NÛ YA NEWROZÊ

Mehmûd Gulo diyar kir ku Newroz sala 1985’an mîna pîknîkê bû û li ser guhertina wê wiha axivî, “Atmosfereke nû ya Newrozê hate avakirin. Ji yên din cuda bû. Mînak ku niha li Başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin li vir jî mîna pîknîkê dihate pîrozkirin. Pêvajoyeke nû dest pê kir. Ji her derê mirov herikîn qada Newrozê. Bi hezaran kes qad dagirtin. Eger hûn li wêneyên Newrozê yên wê demê binerin hûn ê vê yekê bibînin. Girseyeke bêdawî bû.”

KINCÊN KURDÎ, KAMERA QEDEXE BÛN

Mehmûd Gulo ragihand ku hingî derfet gelekî kêm bûn, dika pîrozbahiyê bi derfetên li ber dest dihate amadekirin û got, “Gelek zor û zehmetî hebûn. Rejîma Sûriyeyê zexteke giran dikir. Kesî nikarîbû bi kincên neteweyî yên Kurd tevlî Newrozê bibe. Endamên Koma Çiya jî di nav de. Bi kincên normal diçûn qadê û li wir me li binê kon kincê xwe diguhertin. Di nava gel de em derdiketin ser dikê. Kesî pê nizanî bû. Yên ku kamera dikişand jî rûyê wan girtî bû. Naxwe wê bihatina girtin. Me hoparlorên deng jî di nava qemyon û traktorên gel de dibir. Naxwe rejîmê dest datanî ser. Di nava wan zor û zehmetiyan de wate û tehma xwe gelek bû.”

KOMA ÇIYA

Mehmûd Gulo li ser damezrandina Koma Çiya jî wiha axivî: “Di sala 1984’an de amadekarî hate kirin. Koma Xelat hate belavkirin. Sala 1985’an Koma Çiya ava bû. Endamên wê civiyan û navê Koma Çiya lê kirin. Mehmet Salîh, Lokman, Cûma û hîn gelek kesên din hebûn. Ew ji komên cuda hatibûn. Koma Çiya gelekî bi kêrî zimanê Kurdî hat. Piraniya endamên destpêkê yên Koma Çiya ji malbata me bûn. Lewma ji komê re ‘Koma Mala Gulo’ dihate gotin. Ji bo bêwate bikin bi zimanekî digotin. Şehîd Mazlûm Dogan çawa ku Newroz pîroz kir û digot ‘Berxwedan jiyan e’ ew gotin ji bo Koma Çiya jî esas bû. Gel jî gelekî bi Koma Çiya ve girêdayî bû. Ne tenê komên xwe yên muzîkê hebûn; her wiha komên xwe yên şano û skeçê jî hebûn. Lîstikên li ser mijarên xiyaneta li şoreşê jî dihate pêşkêşkirin.”

Next Post
Ekîn: NÇM bi ruhê Newrozê xebitî

Ekîn: NÇM bi ruhê Newrozê xebitî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist