Japonya welatek e ku gelek caran erdhej lê bûye sedema felaketên mezin. Ji ber wê em wêne û lewheyên çapê yên li ser erdhejan gelekan dibînin. Yek ji wan jî erdheja 1923´yan ya ku li Tokyo û Yokohama xistibû. Hingê di felaketê de 140 hezar mirov miribûn. Ev çape bi lewheya çapê ya Nishimura Goun hingê diçe cihê erdhejê û vê lewheya çapê xêz dike.
Yek ji erdhejên navdar ya sala 1755’an a paytexta Portugalê Lîzbonê bû. Hingê erdheja bi şida 8.5 bajar û bendera wê hema hema bi temamî wêran kir. Ev lewheya çapê wê nîşan dide. Melikê welat ê hingê Dom Josê, ji bo bajêr bi awayekî modern ji nû ve ava bike, ferman da. Ji ber wê jî melik bi keysbaziya xwe navdar e. Lê ji erdhejê re jî hatiye gotin, erheja ku li Portugalê serdema rohnîbûnê daye destpêkirin.
Tesîra erdhejê û jin