Di romanê de ji bilî karakterên sereke, tenê ewkê û ewko hene: “Lehengên romana “Orok”, Zeyno û Fendo ne. Karakterên din yên romanê tev “ewko” û “ewkê” ne. Carinan monolog, lê bi giştî bi diyaloga di navbera Zeyno û Fendo de rûpel diherikin. Ev diyalog û monolog, ji hişekî bîrewerî diwelidin û li derdora welatekî bi binyat; lê bênav! tevnek raçandiye… Piştî di hişê xwîner de tevn bi şekl û şemal dibe, êdî xwe ji bîr dike û jêtirê li pêşberî kitanekî spî, li siya Zeyno û Fendo temaşe dike û nitqên wan dibihîze. Weke dawetkarê şevbuherkekê be lê tê.
Nasnameya eşqê nîn e. Lê hemû nasnameyên min li cem Zeyno ne. Çimkî Zeyno nasnameyeke bêwelat û welatekî bênasname ye.”
H. Kovan Baqî kî ye?
H. Kovan Baqî, sala 1972’yan li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. Ji 2004’an û heya niha gelek berhemên wî yên bi Kurdî û Tirkî hatine çapkirin.
* Çîroka Çîrokan (çîrok) 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
* Bêexlaq (çîrok) 2012, Weşanên Na, Îzmîr
* Heteroglossîa (roman) 2014, Weşanên Ronahî, Îzmîr
* Aporîa (roman) 2015, Weşanên Na, Îzmîr
* Dîfferance (roman) 2016, Weşanên Na, Îzmîr
* Sî’bera Zeyno (roman) 2017, Weşanên J&J, Amed
* Kî (roman) 2019, Weşanên J&J, Amed
* Orok (roman) 2020, Weşanên Lîs, Amed