Bi “Li Mêrdînê li Bagokê” û “Muxtaro”, ew yek ji dengên herî belav ên salên 80 û 90’î bû li kolanên gelek navçeyên Kurdistanê. Gava Hozan Dilgeş 12’ê Adara 2017’an wefat kir, wî li pey xwe 11 album û bi sedan awaz hiştin. Berhemên 40 salên huner, ji bilî albumên wî di gelek albumên Koma Berxwedanê de jî cihê xwe girtin.
Hozan Dilgeş li Meryemxan, M. Arif Cizrawî, Nezîp Şîrwan, Mihemed Şêxo, Seîd Gabari û Seîd Ûsiv hisandibû. Rewşa siyasî ya salên 1970’yî tesîr lê kir û ew li Nisêbîn, Colemêrg, Wan, Wêranşar, Dêrik, Cizîr û Şemrexê beşdarî çalakiyan bû; vê jî gelek tesîr li wî kir.
Di nîvê salên 1970’yî de du “telebe” diçin gundê wî. Piştî civîna li gund, Hozan Dilgeş ji bo wan bi rê bixe, bi wan re diçe. Gava ku ew li benda erebeyekê ne, Hozan Dilgeş guhê xwe li wan pel dike: “Gunehê me pirr e, hîna me gundî ji axa û began rizgar nekirine. Gava ku me ev gundî ji vê zilmê xilas kirin, em ê ji gunehê xwe jî xilas bibin.” Hozan Dilgeş gava van gotinan dibihîse, pêşî şok dibe. Lê piştre gotinên ciwanan di serê wî de her olan didin. Wî di hevpeyvîna xwe de gotibû: “Di serê min de pirs peyda bûbûn. Piştî bi du hefteyan, min biryar da ku biçim Nisêbînê û her du ciwanan bibînin. Min ew dîtin û piştî sohbeteke dirêj, helwêsta wan gelek tesîr li min kir. Piştî wê rojê, têkoşîna wan ciwanan ya min bû.” Wî bi vî rengî PKK û Apocî nas kiribûn.
Hozan Dilgeş albuma xwe ya yekê sala 1978’an bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derxist. Di albûma xwe de ew dibêje, girî û nalîn ne çare ye û tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan heye. Piştî vê albumê heman salê neçar dimîne, Kurdistanê bi cih bihêle û diçe Elmanyayê.