Yeşîmê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê Kurd ji bo zimanê xwe bixebitin û zimanê xwe bigihîn hemû deveran.
Yeşîm, diyar kir ku ew di hêla ziman de armanc dikin ku xebatên xwe berfirehtir bikin û derbarê xebatên komeleyê de wiha axivî: “Di çarçoveya xebatên komeleyê de em panel û cûrbecûr bernameyan li dar dixin. Pergala modernîteya kapîtalîst em ji zimanê me dûr xistine û wekî polîtîkayeke qirkirinê derdikeve pêşberî me. Lê têkoşîna me li dijî wê berdewam dike û em xebatên xwe li ser wî esasî didin meşandin. Dersên me dest pê kirin e. Rojên yekşemê ders tên dayîn. Bal û elaqe ji bo komeleyê heye lê divê ev elaqe zêdetir bibe. Divê li her bajarekî herêmê xebatên di hêla parastina zimanê dayikê de hebin ku nifşê nû bikaribe berdewamiya zimanê me bigihînin siberojê.”
‘Malbat nema zarokan fêrî ziman dikin’