Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Festîvala Amara ya Hunerî sibe destpê dike

November 11, 2020
0 0
Festîvala Amara ya Hunerî sibe destpê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo têkela civakî li Şehbayê ji cîhanê re nîşan bidin Desteya Çand û Huner û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Şehbayê wê fastîvala Amara di 16’ê Cotmehê de lidar bixin.

Fastîval wê 3’ê rojan berdewam bike di wan rojan de wê çanda Erebî, Kurdî û Tirkumanî derxînin pêş li kêleka wê, wê çalakiyeke sporî bê pêşkêşkirin.

 

Di derheqa vê mijarê de Hevseroka Desteya Ciwan û Sporê a Herêma Efrînê Mihemed Wêsî bal kişand ser rola ciwanên Şehbayê anî ziman ku Festîvala Amara ya Şehbayê wê ji hemû cîhanê re teqez bike ku li Şehba yekbûneke xurt di navbera pêkhateyan de heye û got: “Nêzî 70’î ciwan ji hemû pêkhateyên li Şehba (Kurd- Ereb-Tirkuman ) başdarî vê fastîvalê bûne her wiha em dikarin bêjin ku festîvala Amara di vê dema awerte de karekî bêhempa û ne hêsan e. Ji ber wê em weke ciwan me roleke sereke di amadebûnê vê festîvalê de lîst. Her wiha ger em bi goşeyeke cuda li vê fastîvlê binêrin em dibînin ku festîvala Amara bi tenê serê xwe şoreşeke ji ber ku têde hemû pêkhateyên li Şehba cihê xwe digre, li kêlekê wê rola jinê ku bi hezara selan hatiye kolekirin, li pêş e. Ji ber wê jî em di dawiyê de dibêjin ji ber dewlemendiya festîvala Amara, em ê helbet bi ser bikevin.”

Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Şehbayê Ebid El-Ezîz Kuse jî xuya kir ku wan kedeke mezin ji bo serkeftina festîvala Amara da, ji ber wê bi hêvî ne ku bi awayekî baş destpê bike û berdewam bike El Ezîz got: “Me di nav hev de pêşniyar kir ku em festîvaleke hunerî ji bo gelê li Şehba lidar bixînin û ev ji aliyê hemû endaman ve hat qebûlkirin û navê fastîvalê me bi navê Amara bi nav kir. Ev nav jî ji navê gundê Rêberê mirovahiyê û fîlozofê serdemê Rêber Abdulah Ocalan hatiye û li gorî wê Desteya Çand û Huner a Herêma Şehba û Tevgera Ciwanên Şoreşger ketin nava tevgerê.”

Kusa wiha domand: “Festîvala Amara bi xwe festîvaleke hunerî çandî ye têde hunera Stran, şêwekarî û guvend heye. Mijara van tiştan girêdayî hev in û li ser zextê ku gelê Rojhilata navîn jiyan dike û tundiyê li ser jin diaxive, her wiha festîval wê sê rojan berdewam bike. Roja yekem û sêyem wê li şanogeha Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdas a Şehbayê wê bê lidarxistin û roja duyem wê li lîstokgeha Babinisê çalakiyeke sporî were lidarxistin.”

Herî dawî Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Şehna Ebdi El-Ezîz Kuse diyar kir ku armanca wan a ji vê festîvalê ew e ku bidin nîşandan ku hemû pêkhateyên li Şehbayê bi hev re xwişk û bira dijîn.

Next Post
Hunerê û hunermendan ji civakê dûr dixin

Hunerê û hunermendan ji civakê dûr dixin

Please login to join discussion
Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist