Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi coşeke mezin dewam dike

May 20, 2022
0 0
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi coşeke mezin dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê êvara Pêncşemê bi pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Dayik û Koç’ a Serdar Mûtlû dewam kir.

Navnîşana roja Pêncşemê ya festîvalê, avahiya Şaredariya 10’emîn a Parîsê bû.

Pêşangeha wêneyan a ‘Dayik û Koç’ ku ji aliyê Serdar Mûtlû ve hate amadekirin, gelekî bal kişand. Seroka Şaredariya Parîsê ya 10’emîn Alexandra Cordebard û endama Meclîsa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Laurence Patirce û gelek rayeedarên şaredariyê tevlî pêşangehê bûn.

Di destpêka pêşangehê de Şaredar Alexandra Cordebard axivî û diyar kir ku li herêma lê şaresdar e ew Kurdan ji nêz ve nas dike û got, “Em bi Kurdan re timî di nava têkiliyê de ne. Pirsgirêka Kurd jî ji nêz ve dişopînin. Ev der mala we ye. Ji bo me serbilindî ye ku we pêşwazî dikin.” Şaredar Alexandra Cordebard festîval pîroz kir.

Serdar Mûtlû jî bal kişand ser eleqeya ji bo festîvalê û anî ziman ku girîng e wan karê xwe bi rêya vê festîvalê gihandin Parîsê û got, “Di pêşangehê de xwe keşif bikin.”

Festîval wê êvara Înê bi lîstika Jiyana nû ya Beru Teatra dewam bike. Lîstika şano wê li herêma 1 Place de la Liberation 93150 Le Blanc Mesnilê saet di 19:00 de bê nîşandan.

         

        

Next Post
‘Dîwana Zarokan’ 15’ê Gulanê pîroz kir

‘Dîwana Zarokan’ 15’ê Gulanê pîroz kir

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist