Festîval dê sibê saet 18:30 yan de bi filma derhêner Şewket Emîn Korkî yê nû “The Exam” (Ezmûn) dest pê bike. Mijara film gendeliya li Başûrê Kurdistanê ye.
Di dema festîvalê de wê her wiha sohbetên bi derhêneran re jî hebin. Rêveberê festîvala Filmên Kurdî ya Londonê Ferhan Stêrk moderatoriya panela “Li 4 parçeyan sînemaya Kurdî” dike, derhêner Shawkat Amin Korki, Îbrahîm Şahidî, Haşim Aydemir û Ekrem Heydo beşdar dibin. Di beşa “Berhemên dîrokî yên li Kurdistanê tên xirakirin” de jî arkeolog Mesût Alp beşdar dibe.
Di festîvala îsal de beşeke taybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê heye. Ev beş diyarî derhêner Hakkar Abdulqadir hatiye kirin.
Li ser navê komîteya amadekar a festîvalê Bilal Bulut got, îsal 130 filman miracaetî festîvala wan kiriye û ew ji ber vê elaqeya derhêneran razî ne. Wî da zanîn ku wan tenê karî cih bide 43 berheman û wiha dewam kir: “Ya dilê me ew bû ku em hemû berheman pêşkêşî hezkerên sînemayê bikin. Lê em neçar bûn ji nava 130 berheman bineqînin. Bi vî rengî filmên metrajdirêj, kurtefilm, belgefilm, filmên zarokan û anîmasyon jî di navê de me 43 berhem neqandin.’’