Festîvala Rewşenbîrî û Bazarnasî ya Çemçemalê ku ev sê roj bûn berdewam dikir, bi dawî hat. Di nava sê rojan de zêdetirî 35 hezar geştiyaran serdana festîvalê kirin.
Bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê, roja 5’ê Adarê li navçeya Çemçemal Sêyemîn Festîvala Rewşenbîrî û Barzansazî destpêkiribû, festîval vê êvarê bi dawî hat.
Di festîvalê de berhemên navxweyî, karê destê jinan, xwarinên Kurdewarî, kel û pelên resen yên Kurdî hatin nîşandan.
Rêveberê festîvalê Mebest Ebas jî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Armanca me ya vê festivalê ewe ku em ciwanan pal din ji bo huner û jêhatinên xwe derxin pêş. Di demek nêz de wek Rêxistina Dîdga em ê ji bo xizmetkirina ciwanên deverê gelek kar û projeyên rengîn lidarxin.”
Mebest Ebas da zanîn nêzî 120 kompanya û kargehên navxweyî bi berhemên xwe tevli festîvalê bûn. Her wiha diyarkir zêdetirî 35 hezar geştiyar û mêvanan serdana festîvalê kirine.
(kş)