Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt

May 4, 2022
0 0
Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
Share on FacebookShare on Twitter

Festîvala Fîlmê Jinan a Serbixwe ya Los Angelesê (LA) ku îsal cara heftemîn tê lidarxistin, ji gelek deverên cîhanê berhemên jinan li hev kom kir.

“Fîlmê vegotinê yê demdirêj ê herî baş”, “Montaja herî baş û çîroka kurt a herî baş”, “Derhênera/ê herî baş”, “Aktrîsta/ê herî baş”, “Fîlmçêkera/ê herî baş”, “Sînematografiya herî baş” û “Dokûmantera herî baş” jî di nav de di 25 beşan de xelat li festîvalê hatin dayin.

Di festîvalê de Dokûmantera Hêza hêjayî xelata ‘Dokûmantera herî baş’ hate dîtin.

Dokûmantera Hêza meha Nîsanê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Bodenê ya Swêdê xelata ‘Dokûmantera herî baş’, li Bhûtan a Başûrê Asyayê jî di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûk de jî xelata “Serketina bilind” wergiribû.

Derhênera 37 salî ya dokûmanterê Derya Denîz diyar kir ku dokûmantera Hêza ji bo hemû jinên ji DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û yên li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dane, hatiye amadekirin û xelatên tên dayin jî yên wan e.

Dokûmantera Hêza qala çîroka jineke Êzidî dike ku 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê, ji ber êrişa çeteyên DAÎŞ’ê jiyana wê bi temamî guherî.

“Hêza” ji aliyekî ve qala rastiya qirkirinê dike, li aliyê din jî têkoşînê vedibêje.

Çîroka Hêza di heman demê de vegotina jinên hatine revandin, kolekirin, qetilkirin, întixarkirin û ber bi azadiyê ve dimeşin.

Hêza jineke Êzidî ye ku fermandareke YJŞ’ê ye, ku di dema fermanê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin û revandibûn Reqayê. Li Reqayê gelek caran hewl da întixar bike û dawiya dawî xwe ji destê DAÎŞ’ê rizgar kir û tevlî nava refên YJŞ’ê bû.

Hêza di sala 2016’an de jî weke fermandareke YJŞ’ê tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê dibe.

Please accept cookies to play this video. By accepting you will be accessing content from a service provided by an external third party.
Accept

 

Next Post
Ji bo jinan dans û dramaya bi sî

Ji bo jinan dans û dramaya bi sî

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist