Du ciwan, du rêyên dijwar, dostanî û hevaltiyeke ku stewr dimîne di fotografekî xwînî de! Li vî welatî kengî di rêwîtiyekê de me bi rehetî navê xwe ji hev re got wê gavê em dikarin fotografekî bê xwîn têxin albûma vê civakê.
Fotograf, çîrokeke dirêj e ya ku ev bi salan e didome!..
Li serê çiyayên bilind, di bin konan de komek zarokên zîrek. Her yek xwedî taybetmendiyekê ye. Her yek xwedî hunerekî ye. Şer, pêvçûn û koçberî her çiqas li pişta wan bar be jî ew di van temenên piçûk de vî barî hildigirin û li zozanên Kurdistanê jiyanekê ava dikin. Li gorî zarokên dinyayê hinek zû mezin dibin, li gorî zarokên dinyayê zû dikemilin û li gorî zarokên dinyayê zû xitim dikin perên ferhenga jiyanê. Ew jî baş dizanin êdî ji xeynî çiyayan kes nikare bibe dostê wan! Ji lewma ew xwe disipêrin çiyayên xwe, xwe disipêrin hembêza geliyên xwe û li wir vedijînin konê hebûna xwe.
Beko, tiliyên xwe terr bike û ji şerma dinyayê re bilorîne wê bilûra xwe!…