Hewno Bêreng behsa xewnên bêreng û SÎ’yên tirsnak dike, ewên ku dor li xeyalên Mîrza girtine. Mîrza zarokekî tenê ye û di vê zarokatiya xwe de wî ji xwe re dinyayek ava kiriye. Dinyayeke dûrî xeyalên zarokan, a rast, ne wî ev dinya ava kiriye di serê xwe de, ew ji xwe di dinyayeke wiha de çêbûye. Ji wê, naxwaze kes nêzî wî bibe, bi guman e, zû bi zû ji kesî hez nake. Li mal, li dibistanê û li kolanan, ew bi SÎ’yên xwe yên tirsnak re dijî. Zarokatiya Mîrza zarokatiyeke bêreng e, wek xewn û xeyalên wî. Piştî ku diya wî dimire, bêdengiyek û tirsek xwe lê dilifîne, ji wê rojê ve dimîne bêdeng. Ne nivişta seyda û ne jî saza Mîr Ahmed jê re dibe derman. Di dawiya filmê de tenê hêrs para wî dikeve.
Osman bi Kurdî dizane, fêhm jî dike lê nikare biaxive! Malbat û hevalên wî pê re bi Kurdî diaxivin lê ew bi Tirkî bersivê dide wan. Ew di navbera du zimanan de maye û nizane vê pirsgirêka xwe çawa çareser bike. Ev rewş hemû jiyana wî dixe nav astengiyê û nikare tiştekî bibe serî. Herî dawî ji bo vê pirsgirêka xwe çareser bike, biryar dide ku biçe kursa zimanê Kurdî. Lê bi Osman re em ê jî bibînin ku li vî welatî yên wek Osman gelek in. Gelek kesên wek Osman di navberê de dijîn.
AMADEKAR: ARDÎN DÎREN