Belgefilma “Axavtina derbarê daran de” behsa çar sînemavanên Sûdanî dike, çar heval û hogirên ku ji sînemayê gelekî hez dikin. Behsa hêvî, bawerî, şikestin û berxwedana çar sînemavanên dilsoz dike, çar sînemavanên jiyana xwe bi eşqa sînemayê bihurandine. Temenê her çar sînemavanan jî nêzî 70’yî ye û dostên ji berê ve ne. Ji bo siberoja welatê xwe biguherînin û ronahiya sînemayê li welatê xwe geş bikin di navbera salên 1960 û 1970’yan de diçin Elmanya, Misir û Rûsya sînema dixwînin. Piştî ew perwerdehiya xwe ya sînemayê bi dawî dikin, vedigerin welatê xwe. Lê mixabin welat ne welatê berê ye û her tişt guherî ye. Yanî êdî kes nikare behsa daran jî bike!
Navê belgefilmê ji helbesteke Bertolt Brecht e. Brecht dibêje, “Ev heyameke çawa ye / behskirina daran jî hema hema sûc tê hesibandin / Ji ber ku ew bêdengiyeke li ser ewqas cirman dihewîne!”* Gava Shaddad, Suliman İbrahim, Eltayeb Mahdi û Manar Al-Hilo li welatê xwe vedigerin, bêhtir bi vê rewşa xeter dihesin û bi filmên xwe dixwazin behsa daran bikin. Ev çar heval jî di heyameke zehmet de ne. Jixwe, film jî û derhênerê filmê Suhiab Gasmelbari jî dibêje, “Di rojên zehmet de divê em behsa daran bikin.”
Ev çar hevalên ku dixwazin qedara welatê xwe biguherînin di dema xwe de filmên baş û serketî çêdikin. Heta ew “Koma Filman a Sûdanê” jî bi hev re ava dikin û dixwazin filmên xwe li salonên sînemayê nîşan bidin. Lê wê demê li Sûdanê jiyan bi tevahî di bin zext û zoriya cûntaya leşkerî de ye û her tişt hatiye qedexekirin. Ev her çar derhêner her çiqasî filman çêdikin û xelatan digirin jî, piştî demekê ji ber zextên dewletê mecbûr dimînin ku birevin derveyî welat û demeke dirêj sirgûn dimînin. Hin ji wan demekê di hepsê de jî dimînin. Ev çar heval demeke dirêj ji hev vediqetin û nikarin hev du bibînin û têkiliya wan jî qut dibe. Lê piştî dîktatoriya Omer El Beşîr ji hev de dikeve, vedigerin welatê xwe da ku xeyalên xwe pêk bînin. Ew bi vê vegera xwe dixwazin hunerê sînemayê bi welatiyên Sûdanî bidin hezkirin.
Kes êdî guh nade salonên sînemayê û qîmeta wan nemaye. Ji bo mirov karibe rûne, kûrsiyek jî nemaye, her tişt ji hev de ketiye. Lê belê, hêviya van çar hevalan heye ku ev salon veguherin rojên berê û mirov werin li filman temaşe bikin. Lewma jî dest bi xebatê dikin û sînemaya ku navê wê “Şoreş” e paqij dikin û ji bo tê de filman nîşan bidin, wê amade dikin. Belgefilma “Axavtina derbarê daran de” behsa hêvî û baweriya van çar hevalan dike. Her wiha behsa serhatiya wan ya berê jî dike. Ka wan çawa dest bi sînemayê kiriye, filmên çawa çêkirine, çawa sirgûn bûne û herî dawî çawa vegeriyane welatê xwe. Belgefilm bi zimanekî mînîmal û sade behsa van qonaxan hemûyan dike.