Îsayek cuda, baweriyeke bi strîn, rêyeke teng, dilekî xembar û hevaltiyeke kêm… Filmek di tehma helbestê de, helbesteke berz ku sewta wê kevirên baweriyê dihejîne. Sewteke ku kevirên bendewariyê hildiweşîne. Her tişta vê filmê hevdû digire û hemû hêmayên sînemayê di nav lihevkirineke bêhempa de wek helbestê diherikin. Tevna mijar, muzîk û lîstikvaniyê bi derhêneriyeke pisporane hatiye danîn û berhemeke serketî li kaniya sînemayê zêde bûye. Filma “Li Gor Matiyasê Qenc Încîl” bi rêgezên neorealîsmoyê (şêweya çêkirina filmên Îtalyanî ya ku wek pêleke sînemayî tê hesibandin) hatiye fesilandin û ji şêweyên wê bandor lê dibe. Di şêweyên rasteqîniyê de serboriya Hezretî Îsa, serboriyek e, ya ku sînemayê ji nû ve bi ziman dike ango bi mane dike. Pasolini hin tiştan naxemilîne, dirêj nake, lîstikvanên navdar hilnabijêre, heya jê tê dîmenên xwerû û sade diafirîne, ne di mijarê de û ne jî di dîmenên xwe de asê dibe. Dibe ku dilsoziya filmê ji ber van taybetmendiyên wê be.
Ji xemilandina dîmenan jî qet hez nake, ew bi rêya sînemayê rasterast xemên xwe îfade dike.
‘Xwedê te çima ez bi tenê hiştim!’
“Xwedêwo! Te çima ez bi tenê hiştim!?”