Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Fûrar Pirtûkan a 5’an a Şehîd Herekol bi dawî bû

August 6, 2021
0 0
Fûrar Pirtûkan a 5’an a Şehîd Herekol bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Fûara Pirtûkan a 5’an a Şehîd Herekol ku 29’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Fûara ku pirtûkên ji Bakurê Kurdistanê bigire heta, tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriye, Iraq, Libnan, Îtalya, Başûrê Kurdistan bi giştî 44 weşanxane, berhemên 7 rewşenbîrên ji Rojava 130 hezar pirtûk hatin pêşkêşkirin. Fûar 8 rojan dom kir.

Merasîma li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Mehemed Şêxo hate kirin, ji rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye bigire, gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend, xwendekar û gel tevlî bûn.

Dayika Şehîd Herekol (Huseyîn Çawîş) a tevlî merasîmê bûbû, axivî û got: “Hûn nivîskar, rewşenbîr, hunermend û bi taybet xwendekar, her yek ji we Herekol e, di nava xwendekaran de dibe ji Herekol baştir jî derkevin.”

Li fûarê ji zarvayên Fransî, Îngilîzî, Tirkî, Farisî, Erebî û zaravayên Kurmancî-Soranî 130 pirtûk hatin pîşandan.

Li vê fûrarê xebatên nû jî hatin kirin.Berhema Mûrray Baookchîn a ‘Ekolojiya Azadî û bajarê bê bajarvanî’ ji aliyê xebata hevpar a weşanxaneya Şier û Haqş ve bi Erebî hate wergerkirin û pêşkêşkirin. Bû yek ji pirtûka ku herî zêde eleqe ji bo wê hate nîşandan. Dîsa pirtûkên Pîerre-Joseph, Proûdhon, Pyotr Kropotkîn ên bi Erebî hatin wergerandin, cihê xwe di fûarê de girtin. Pirtûkên Roûdhon ên Mulkiyet çiye, Teoriya Mulkiyetê ku hatibûn wergerkirin, li ber çavan re hatin derbaskirin, dîsa pirtûka Kroptotkîn a Fedha Kedê di refên fûarê de derket pêşberî xwendekaran.

Li fûarê di çarçoveya wêje, huner, siyasetê de rewşenbîr, nivîskaran 10 semîner û 7 sempozyon dan. Her wiha belgefîlmek li ser Serêkaniyê û wêne hatin nîşandan.

Weşanxaneyên tevlî fûarê bûne, di nava salê de 200 pirtûkên 70 jê jin 130 mêr çap kirin. Bi vê yekê re cara yekê ye ku pirtûkên 70 jinên nivîskar hatin pîşandan. Sala borî pirtûkên 47 jinan hatin pîşandan.

Li aliyê din li Bakur û Rojhilatê Sûriye di nava salê de 120 Kurdî 200 pirtûk hatin çapkirin.

Îsal ji pirtûkên hatin çapkirin 70 Erebî, 130 Kurdî bûn. Cara yekê ye ku fûarek evqas pirtûkên Kurdî tê çapkirin û pîşandan.

Di dawiya fûarê de spasiya hemû kesên keda wan di fûarê de hene hate kirin, xelat li weşanxaneyan hate belavkirin. Her wiha xelat ji berpirsê beşa zarokan Rona Agît jî hate dayîn.

Next Post

''Rewşa Xelîl Xemgîn baş e''

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist