Galiya Skoçyayê li ser lewhayên du zimanî yên kolanan heye, bi ser de jî rêzafilma populer Outlander jî ew têra xwe da xuyakirin.
Şêwirmendê huner û çandê yê saziya ji zimanê Galî li Skoçyayê berpirsiyar a bi navê “Bòrd na Gàidhlig“ê Brian Ó hEadhra ye. Di biwara Galî de ew reşbîn nîne: “Pêdiviya me pê heye ku bêhtir mirov, bêhtir bi Galî bipeyivin, em nikarin her berê xwe bidin reşbîniyê. Di warê hejmaran de jî divê em realîst bin. Ji ber mesele ne tenê ziman e. Di heman demê de veguherîna civakî ye jî. Li deverên ku dilê zimanê Galî ne, serjimar kêm dibe.”
Li dibistanên navîn zarokên dike-vin dersên zimanê Galiya Skoçyayê, kêm dibin. Li gorî rexnegiran, zarokên dikevin dersê jî bi pirranî zarokên malbatên çîna navîn in, ên ku ji avatajên perwerdeya duzimanî agahdar bûne.