Med Muzîk
Med Muzîk
Deng û Rengên Mezopotamya
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî
No Result
View All Result
Med Muzîk
No Result
View All Result

Gelê Efrînê: Em ê Til Rifetê biparêzin

October 23, 2021
0 0
Gelê Efrînê: Em ê Til Rifetê biparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên herêma Efrînê berê xwe da navçeya Til Rifetê û ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser navçeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandanê li çerxerêya Til Rifet dest pê kir û ber bi qada sereke ve çû. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan, pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî re”, “Bêdengiya civaka navneteweyî me dikuje” hatin hildan.

Xwepêşandan li qada sereke veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî, bêdengiya civaka navneteweyî li hember gefên dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Rifetê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Zelûx berxwedana koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê û dayikên şehîdan li navçeya Til Rifetê silav kir û wiha anî ziman: “Bi berxwedana şêniyan em ê dagirkeran ji tevahî xaka Sûriyeyê derxînin.”

Zelûx Bekir destnîşan kir ku berxwedana gel li Şehbayê berdewama berxwedana 58 rojan li hember dewleta Tirk li Efrînê ye û bang li şêniyan kir ku helwestên xwe li hember dagirkeran li navçeya Til Rifetê eşkere bikin. Zelûx Bekir got “Em ê bi hemû hêza xwe li hember êrişên dagirkeran li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de Zelûx Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya gefên xwe dixwaze aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî Tirkiyeyê.

Paşê bi navê şêniyên kantona Şehbayê Mihemed Weysî jî axivî û îşaret bi berdêlên ku şehîdan ji bo rizgakirina herêmên Şehbayê dane, kir. Weysî piştrast kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî zarok û kesên temenmezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikuje û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne.

Weysî got “Dewleta Tirk hewl dide bi rêya şerê taybet tevliheviyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxe.”

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şêniyên li Şehba û Til Rifetê bi dawî bû.

Next Post
Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da

Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Strana Hêvî’yê Avek Zelal: HÊVÎ

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

Jibo Bîranîna Şehîd Bager Nûjiyan

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

MARŞA PARTÎ – Koroya Sala 43’emîn

© 2020 Med Muzik

  • Derbarê me de
  • Pêwendî
  • Privacy Policy
No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Çand û Huner
  • Bername
  • Pêwendî

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist