Ji Amedê hez dike
Lucio Visinoni ji Bakurê Îtalyayê ye, ji devereke di navbera Îtalya û Swîsreyê de. Ew heta niha li Mêrdîn, Amed û Ruhayê geriyaye. Ew dibêje, “Ez ji Amedê gelekî hez dikim.” Lê dixwaze biçe bajarên din ên Kurdistanê jî “Wanê, Agirî, çiyayê Agiriyê û Qersê.”
Lucio Visinoni, dibêje, ew beriya çend hefeteyan li Mêrdînê hînî stranên Kurdî bûye: “Van stran û kilaman, ez li ser cadeyan li kolanan li ber înstrumanan dibêjim. Li Amedê li ser Pira Dehderî û li bin Bircên Amedê stranan dibêjim. Stranên Kurdî pirr xweş in. Kesên dibînin, dibêjin ‘Wey Îtalyanek stranên Kurdî dibêje’. Gelek mirov li min guhdarî dikin. Lê li vir, stranên Kurdî ji bo min cuda ne, ez ji nava dilê xwe hîs dikim.”
Lucio Visinoni niha dixwaze hînî kilamên dengbêjiyê bibe: “Li Izmîrê hevalekî min ê Kurd ji min re hinekî behsa dengbêjiyê kiribû. Binêre min li ser lênûska xwe têbînî li ser dengbêjiyê nivîsîne. Stranên ku ez piştî van hîn bibim, kilamên dengbêjiyê ne. Min tenê hinekî lê guhdarî kiriye. Cara ewil li Mêrdînê li mala hevalan ez hîn bûm. Bi pêşniyaza hevalan ez hînî ‘Ey Dilberê’ û ‘Welatê Xurbetê’ bûm, piştre yên din. Ez tenê bi şeş heft stranên wisa niha dizanim.”