Mihemed Cûdî di dewamê de dibêje, “Gelê Kurd gerîla ye û gerîla jî gelê Kurd bi xwe ye. Gerîla vîn û hêza me ye. Ew parastina azadî û mirovahiyê dikin. Bila cîhan tevde bizane, heger hêzên mêtinger hemû jî li me bibin yek, em ê dev ji armancên xwe bernedin, ji ber ku em mafdar in û banga rizgarkirina Kurdistanê, çanda xwe dikin.”
Endamê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê, hunermend Ebdulqadir Ferhan jî tîne ziman ku gerîla hêza berxwedan û têkoşîna xwe ji gelê xwe werdigire: “Gerîla ji bo rêgezên neteweyî û doza xwe şer dikin; armancên têkoşîna wan xizmeta her çar parçeyên Kurdistanê dikin û mafên wan ên desteserkirî, vedigerînin.”